Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke spasiyê arasteyî Serokê Cîbicîkar yê Komeleya Qeter ya Xêrxwaziyê, Yosif Bin Ehmed Elkewarî, li ser rola wan ya giring di piştgiriya sêwî û jinebiyan û xwediyên pêdviyên taybet li deverên rizgarkirî kir, her weha li ser alîkariya malbatên xwedanên mûçeyên hindik û penaberên Sûrî yên li hejmarek ji deverên Qiraltiya Urdunî ya Haşimî dijîn, û dabînkirina pêdviyên wan yên sereke ji keresteyên xwarinê û alavên germkirinê û parastina ji sermê û piştgiriya wan daku berxwedanê li hember rewşa dijwar bikin, di dema ku dever derdeseriya bandora vîrosa korona dikşîne, yaku bi awayekî mezin bandor li ser rewşa aborî li tevayan kiriye.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasî û minetdariyên xwe bo Mîrê Dewleta Qeter ê Birêz Xwediyê Bilndahiyê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, li ser guhdana wî ya mezin bi doza Sûriyê û li ser alîkarî û piştgiriya herdem ya Dewleta Qeter ê bo birayên Sûrî re pêşklş dike bi armanca sivikkirina derdeseriyên wan di rewşên dijwar de anî ziman.
Û Elherîrî tekezî li ser rola girîng ya Komeleya Qeter a Xêrxwaziyê û lezgîniya wê di pêşkêşkirina alîkariyên bizîşkî û hawarçûnê û dabînkirina piştevaniya lezgîn ya pêwîst ji bo malbatên li kampa penaberên Sûrî yê ku li vê dawiyê li bajarokê Elminye bakurê Libnanê şewitiye û têde ziyan dîne kir.
Û Elherîrî daxwaza hîn bêhtir xebatên piştgiriyê bo penaberên Sûrî kir, û ji xwedayê mezin xwest ku wan ji ber me ve bi xêrê ceza bike, û xweda gelê Qeter yê bira li welatê xwe biparêze, û temenê xêrûbêr û bereketê li ser dewleta Qeter û li ser herdû umetên erebî û îsalmî bidomîne.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî