Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Hebûş, rapora kar û çalakiyên ku herdû ofîsên jinê û ciwanan di dema bûrî de pê rabûne pêşkêş kir.
Û Hebûş diyar kir ku di dema bûrî de tekezî li ser lêveger û nirxandina karê ofîsan û danîna pilanan û mîkanîzmên kar yên nû bi armanca piştgiriya jinê û bihêzkirina karê ciwanan bû.
Û tekezî li ser girîngiya piştgiriya kombendên ciwan û jinan û girûp û saziyên xwendekar û xortan li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê kir.
Û temînî kir ku divê workşop û çalakiyên girêdayî mafên jinê yên yasayî di destûrê sûrî yê pêşerojê de, û nûnertiya jinê û karê wê di kartên hikûmetê de, her weha rola wê di rêvebiriya xwecihî de li dar bikevin.
Û Hebûş eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî xebatê dike da di dema dahatî de pişkdariyên rasteqîn li gel saziyên raghandinê yên şoreşgerî li dar bixe, û piştgiriya wan bike, daku karibin bi rola xwe rabin, her weha kar li ser parastina rojnemevanan li deverên rizgarkirî û rawestandina hewildanên rêbazkirî bo kuştina wan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî