Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyên Werzişî di Hevbendiya Niştimanî de, Abdulmecîd Berekat, raporeke hûrbîn derbarê karên Ofîsê ên di demên bûrî de pêşkêş kir, tê de behsa destkeftên ku Komîteya Olompî pêk anîne her weha astengiyên dikevin riya sendîkayê û rewşa karên wan li deverên rizgarkirî kir.
Çalakiyên ku yekîtiyan kirine di wê raporê de hatibûn, û bal kişandibû ser giringiya piştgiriya karê sendîkayê û dana roleke rasteqîn bo wê di karê perwerde û hînkirin û rêxistinê de, û bal kişand ser giringiya amadekirina vekolînekê derbarê avakirina dezgeheke niştimanî bo çapkirinê li deverên rizgarkirî.
Û raporê behsa kar û çalakiyên yekîtiyan yên ku amadekirin û rahênankirina werzişvanan û kadroyan û avakirina werzişeke rasteqîn li deverên rizgarkirî beşek jê ye kir, û bal kişand ser ku werziş beşdariyê di pêkanîna tevlîbûna sûriyan di nav civakên welatên penaberiyê de û bicîanîna aştiya civakê dike.
Û raporê behsa baregeha rahênanê ya yaneyên sûrî û giringiya pêşxistina tîma yarîzanên bijartî yên sûrî yên werzişa “Loşo Kong Fu” û giringiya piştgirtina pijartiyan bi xizmetguzariyên nû û danîna programên pêşxistina yarîzanan, û handana zarokên Sûriyê li deverên rizgarkirî li ser lîstina werzişê.
Û raporê behsa pilanên pêşerojê yên ku ofîsa sendîke û yekîneyan û karên ku Hevbendiya Niştimanî pê Radibe ji bo bicîanîna hêviyên Sûriyên li Tirkiyê û deverên rizgarkirî û giringiya wergirtina danpêdna fermî bi werzişa Sûrî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî