Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê dide ji livên rijîma Esed û pilanên wê li başûrê sûriyê û anîna tabûrên leşkerî û milîsan bo dorpêçkirina bajar û bajarokên gundewarê rojavayê Deraa û amadkariyên wê bo gereke tewanên ku armanc jê tirsandina sivîlan û cîbicîkirina helmeteke koçberkirina nû li parêzgehê ye.
Nûnerên deverê û rûsipiyên wê tekez kirin ku rijêm pilanê ji bo helmeteke koçberkirinê di bin gefên dorpêçkirin û şewtandina xaniyan û talankirina malûmilkan dike, di rêşûneke nû de yaku derî li pêşiya gurkirineke metirsîdar vedike.
Hewlên rijêmê di xwesepandina bi darê zorê li ser gelê Sûrî û berdewamiya wê di serkutkirina sivîlan de û xistina şiyanên welêt di xizmeta zordar û hevalbendên wî yên ku sûdê jê werdigrin, ew e tiştên ku rijêm û hevalbendên wê dikin û li ser dixebitin ji bo ku armancên xwe pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji tevgerên rijêmê yên vê dawiyê dide, yên ku dê gurkirinên metirsîdar jê peyda bibin, û cextê li ser pêwîstiya vegera civaka navdewletî dike da rola xwe derbarê binpêkirinên rijêmê û Rûsiya û Îranê de bileyzin, çi girêdayî biryarên navdewletî be an jî girêdayî rêkeftinên navxweyî be, û kar bi rengekî yekser bibe da fişarên rasteqîn dijî rijêmê bikin, ji bo ku dest ji gefxwarina li sivîlan berde.
Ji civaka navdewletî bi beşdariya rêvebiriya Emrîkî ya nû tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê vê rijêmê û siponserên wê yên tewanbar hilgire, û nehêlin ku ew bi ser bikeve û nehêlin ceza bi çi bihaneyê be ji ser rijêmê rabin, û piştgiriya veguhestina demoqratîk li welêt li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 bikin, her weha li gor biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ya hejmar 262/67 yaku têde avakirina desteya hukumdarî ya veguhêz ya xwedana desthilatên hikûmetê û serokatiyê be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 kanûna paşîn 2021