Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Encûmena Serokatiyê ya Lîbiya Mihemed Yonis Elmenfî kir, têde xweştirîn hêvî anîn ziman û ku Lîbiya serdemeke nû li ser bingeha azadî û demoqrasiyê dest pê bike.
Û Elherîrî bi navê Hevbendiya Niştimanî û gelê sûrî pîrozbahiya Serok Mihemed Yonis Elmemfî li ser hilbijartina wî bo Serokatiya Encûmena Veguhêz ya Lîbiya kir.
Û Elherîrî hêviyên xwe anîn ziman ku aliyên Lîbî rûpeleke nû ji karê hevbeş û hevkariyê li ser asta gelêrî û siyasî vekin, di bin siya hikûmeteke niştimanî yekrêz de, û ew hikûmet pabendiyê bi çarçoveya damezrênerî û yasayî bike, û rêzê li pirensîpên demoqrasiyê bigire, û kar li ser nûyekîtiya saziyên dewletê û misogerkirina ewlhiyê bike.
Û Elherîrî tekez kir ku pêkanîna wan hemû xalan ê welêt berve aramî û geşepêdan û avakirinê bibe, da têkeve berjewendiya gelê Lîbî yê bira de, û encamên baş bide, û hin armancên şoreşê pêk bîne.
Û careke din Elherîrî spasî bo dewleta Lîbiya bi gel û dewletê ve li ser helwestên wan ên siyasî derbarê şoreşa sûriyê û rawestandina wê ya herdem li kêlek gelê Sûrî pêşkêş kir, û xweşhaliya xwe û amadebûna xwe bo hevkariya li gel Encûmena Serokatiyê û ya Wezîran yên Lîbiya anî ziman, û tekez kir ku serkeftina vê pêngavê û berdewamiya vê rêya erênî li Lîbiya dê bibe gencîne bo gelê sûriyê yê ku tekoşînê bo azadî û dadweriyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî