Serokê Şanda Desteya Bala ya Danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko rêjîm hêj tevlêbûna operasiyona siyasî red dike, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko li pabendiyên xwe xwedî derkeve û biryarên navdewletî yên derbarê veguhastina siyasî li Sûriyê cîbicî bike.
Di kongirekî rojnamevanî de Elherîrî li hindirê bargeha Netewên Yekbûyî li bajarê Cinêvê duh çarşembê piştî hevdîtina digel şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora got: “me îro hevdîtina yekem pêkanî û gengeşe di çarçoveya operasiyona siyasî ya dema borî de bû” .
Bêtir got ko “di dema borî de çend hevdîtinên teknîkî yên giring hebûn, helwest diyar kirin, tê de gengeşeyên giring li ser speta duyem(mijara destûrê) û ya sêyem (hilbijartin)”, û îro gengeşe li ser operasiyona siyasî û naveroka wê bû, ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên derbarê veguhastina siyasî.
Elherîrî li ser babeta danûstandinan û pêşveçûna wan got : “heta vê kêlîkê em dizanin û me bihîstiye ko rêjîm di redkirina operasiyona siyasî de berdewam e.” û got ku civaka navdewletî û Encûmena ewlekariyê ya ko biryar derxistiye, ji bo veguhestina siyasî li Sûriyê misoger bibe, gerek bi pabendiyên xwe re dilsoz bin, û rola xwe ya tekûz rabin û aliyê çareserkirina siyasî têk dibe destnîşan bikin.
Elherîrî destnîşan kir ko şanda Desteya Bala bîrnameyeke hûrbîn li ser rewşa girtiyên li dev rêjîma Esed pêşkêş kir, û bi taybetî ku karê civînên Astane pêşketin di vê dosyayê de pêknanîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî