Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimamî ya Sûrî germtirîn pîrozbahî arasteyî tevaya gelê sûriyê bi cejna Newrozê dike, û bi taybet kurdên sûrî yên giringiyeke vê cejnê ya çandî û civakî ya mezin li bal wan heye.
Em îsal cejna Newrozê bi giyanekî nû dijîn, li gel temamkirina deh salan ji temenê şoreşa me , û em tev bi hêvî ne ku serkeftiyên wê bêtin çespandin, û riya xwe ber bi azadiyê ve temam bikin, û em ji tevaya xelkên welêt dixwazin ku hîn bêhtir kar û hevkariyê di rêya avakirina dewletê li ser bingeha dad û wekheviyê û rêzgirtina mafên mirovan bikin, di bin siya nasnameyeke niştimanî sûrî de, ya ku şehnaziyê bi cihêrengiya xwe ya netewî û çandî û olî dike.
Xebata gelê Sûrî, berê û hîn jî, di rûbirûbûna zordariyê û bilindkirina nirxên azadî û aştiyê de, hevbeşa wateyên newrozê ye, û xebatekî rewa ye bo parastina mafên siyasî û civakî û çandî û olî û parastina şûnmayên wan ên şaristanî , û divê em tev xebatê ji bo misogerkirina mafên hevparên xwe yên welêt bikin ji ber ew misogerkirina rasteqîn ji parastina mafên me re ye.
Li seranserî cêhanê bêhtir ji 300 milyon mirov bi boneya cejna Newrozê ahengan li dar dixin, û li sûriyê jî ji bilî kurda çerkes jî ahengê bi vê cejnê dikin, ji ber ku destpêka saleke nû ye.
Hêviyên pîrozbahiyên germ bo hemû kesên ahengê bi newrozê dikin, û bo tevaya xelkê sûriyê bi boneya destpêka buhara nû, û bi saleke tijî xêr û destkeft û têkoşîn û berdewamiya jiyanê bi azadî û rûmet.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
20 adara 2021