Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi navê xelkê Sûriyê Hevbendiya Niştimanî germtirîn pîrozbahiyan bo dayîkên Sûriyê bi boneya cejna dayîkê pêşkş dike, û bi rêzgirtineke mezin ked û qurbaniyên dayîkên Sûriyê û rola wan ya gewre bi dirêjiya deh salên dijwar ji temenê şoreşa gelê Sûriyê tîne ziman.
Dayîkên sûriyan: Dayîka pakrewan, dayîka girtî, dayîka birîndar, dayîka şoreşvan, dayîka koçber û dayîka derbider e. Tevayan rola xwe ya xuristî û ked û berpirsyariyên bêjmar hilgirtine, û rûbirûyî rewşin dijwar bûne, û bihatirîn qurbanî pêşkêş kirine.
Bi sedhezaran dayîk hîn li benda azadiya zaroyên xwe yên di zîndanên rijêmê de ne, û hejmara girtiyên jin bi hezaran e, û hîna bi milyonan jinên bi rûmet û têkoşer û xebatkar bi hemû hêzên xwe tirajediyên derbiderî û koçberkirinê dikşînin.
Jina sûrî di giringtirîn erkên xwe di warê civandina malbatên sûrî de tevî dijwaeriya rewşê berdewam e, û ew bûye gerantiya parastina tevna civakê ji her miletî re.
Pêdariya dayîkan cihê hêviya pêkanîna serkeftina nêzîk e, û pêşdeçûna di riya azadî û rizgarbûna ji zordariyê ye, ji bo ku pêşerojek bi rûmet ji nifşên dahatî re li sûriya nû ava bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 adara 2021