Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bombebarana îro li ser nexweşxaneya Elmixara li bajarê babê yê gundewarê Helebê, tewaneke cengê ye û tewaneke dijî mirovahiyê ye, li gor serjimêrên pêşîn hejmara pakrewanan gihişitye 5 kesan, zarokek û jinek û endamek ji tîma pizîşkî di nav wan de hene, her weha hejmarek ji birîndaran di nav de rêvebirê tenduristiya Helebê Dr. Newar Kurdiyê bû, û nexweşxane rastî ziyan û rûxandineke mezin hatiye.
Ev tewan gelek kêşeyan vedigerîne xala destpêkê, û tevgerke yekser ji aliyê civaka navdewletî û dewletên têkildarî bidawîkirina cenga teroristî yaku rijêm û hevalbendên wê li ser gelê sûrî pêk tîne tê xwestin.
Em pêwendiyan li gel aliyên navdewletî dikin, da wan deynin pêşiya berpisyariyên wan, li gel daxwaza bikaranîna hemû karînan bo sepandina fişarê li ser rijêmê û hevalbendên wê, û hişyarkirina ji metirsiyên tunebûna bersivên cidî yên guncaw ji aliyê civaka navdewletî ve derbarê van tewanan, û heye ku encamin kambax ji ber vê rewşê derkevin .
ji Civaka navdewletî tê xwestin ku destpêşxiriyekê bo sepandina çareya siyasî li gor biryarên navdewletî pêşkêş bike, û divê nehêlin ku sivîl derdeseriya berdewamiya dijminkariyan û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên ku rijêm û hevalbendên wê rêvebiriya wê dikin bikişînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 adara 2021