Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Nûçeyên Serdana Wezîrê Derve yê Rijêmê bo Selteneta Umanê wek şokeke cihê Mixabiniyê bû ji gelê sûrî re.
Mêhvandariya nûnerê rijêma ku bajar û gundên Sûriyê wêran kirine û nêzî melyonekî ji xelkê wê kuştiye û bi dirêjiya deh salan bi melyonan ji xelkê wê koçber kirine, tevî doseya tijî tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê û bikaranîna çekên kîmawî, û ev bûyer wek pêngaveke cihê matmayîn û mixabiniyê ye.
Destê vê rijêmê bi xwîna bi melyonan Sûrî û bi hezaran ji birayên ereb bûye, û ev tevgera pêşwazîkirinê dûrî helwestên erebî û navdewletî û mirovahî ye, û dana wek vê derfetê ji rijêmê re daku di riya wê re xwe ji nû de li pêşiya civaka navdewletî pêşkêş bike pir cihê mixabiniyê ye.
Em bawer in ku wek vê pêngavê dê bê encam bimîne, û dê gav di dû wê re tune bin, û her kesê ku destê alîkariyê bide vê rijêmê dê zû di metirsiyên seknandina li kêlek wê de bighêje, û zanibe ku dê ew jî pêre têkeve heman çiravê de.
Gelê Sûriyê çavrêyê helwestên birayên Ereb e, bo piştgiriya hêviyên wî li gorî biryarên navdewletî û rêxweşkirina bo veguhestina siyasî, yaku dê aramiyê li sûriyê û deverê vegerîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 adara 2021