Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bîranîna vêketina şoreşa sûriyê ya şikodar, boneyeke salane ye bo vejînkirin û nûjenkirina pabendiya me bi perensîp û hêvî û nirxên wê, û ev salvegera dehemîn derfeteke awaret ye bo nûkirina vê pabendiyê û xurtkirina çand û giyanê ku şoreş bi beşdariya tevaya xelkên sûriyê vêxistiye.
Nifşekî nû ji xelkê Sûriyê li hundir û derve, li bajar û kampan, li deverên rizgarkirî û li welatên penaberiyê, îro perçeyek ji vê şoreşê ne, û hevpişkê pêşroja wê ne, û erkê me ye ku em vî sermiyanê şoreşê û sincên wê veguhêzin vî nifşî, daku aliyekî rasteqîn be di berevaniya di ber wê de, û xetîra wê ta serkeftinê hilgire.
Pabendî bi perensîpên şoreşê ne tenê peyvek an duruşmek e, lê ew bi xwe reftarekî piratîkî ye, û li gel mafên mirovan û nirx û perensîpên azadiya nerîn û derbirînê guncav e, û baweriyê bi hevwelatîbûna bê cudahî û binpêkirin tîne.
Careke din em daxwazê ji tevaya aliyan dikin, ji bo ku nekevin dava mezhebî û cudakirin û bêserûberiyê yên ku rijêmê her gav kar ji bo çandina wê kiriye, daku bixe nav tevna gelê sûriyê de, li rex belavkirina piropogenda ku şoreşa Sûriyê şoreşa beşekî dijî beşekî din e, û ew ne şoreşa gelekî gewre ye, ya ku hemû nijad û olên sûriyê tê de dijî rijêmeke terorist û sitemkar a ku sûriyê di dîroka xwe de wek tewanên wê nedîtine, beşdarî kirine.
Gelê Sûriyê ticarî destûrê nade ku perensîpên mezin yên şoreşê û nirxên wê yên pak yên ku gelê sûrî bo wê bihatirîn qurbanî dane bi keysebazî bikar werin, û ew li ser çi ziyanên dighên perensîpên şoreşê bêdeng namînin, û duruşma şoreşê “Yeke Yeke Yeke Gelê Sûrê Yeke” ne tenê silogan e, lê ew ji perensîp û nirxên vê şoreşa gewre ne.
Qadên şoreşê meydanin vekirî ne bo durişmên ku derbirîna hêviyên gelê Sûriyê û armancên şoreşê dikin, û ew cihên kar û têkoşîn û deyax û fîdekariyê ne, ji her sûriyekî îro tê xwestin ku derbirîna perensîpên şoreşê di riya reftarên xwe re bike, û bergiriyê di ber de bike, û li hember çi gotarên dixwazin wê têk bibin an vajî hêviyên wê derkevin raweste.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
23 adara 2021