Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştiman ya Sûrî di riya ofîsên xwe yên taybet bi karûbarê girtiyan û karûbarê koçberan re, doseya girtiyên sûrî di zîndan û girtîgehên Libnanê de û rewşa wan ya dijwar û nemirovahî û tawan û binpêkirinên dermafê wan pêk tên dişopîne, tevî girtinên kotekî û berdewam yên bêdawî, û hukimên ku dermafê wan derketine li ser bingeha gotinên di bin darê zorê de ji wan hatine standin.
Rapora Saziya Lêborînê ya Navdewletî yaku di bin navnîşana” Çendî Min Dixwest ku Bimrim” aliyekî giring e ji bobelata ku di zîndan û girtîgehên Libnanê de dijî koçber û penaberên sûrî dibe diyar dike, û binpêkirinên metirsîdar yên ku girtî rastî wan tên eşkere dike, û berpisyariyên Hikûmeta Libnanî derbarê van binpêkirinan diyar dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser giringiya tiştên di temîniyên raporê de hatine dike, yên ku mîna xalên di rapora Desteya Niştimanî ya Karûbarên Winda û Girtiyan ya Hevbendiya Niştimanî berî bi şeş heyvan de hatiye, nemaze derbarê pêwîstiya danîna sînorekî ji girtinên kotekî û îşkencekirinê re, û sizakirina berpirsên di ber çi destdirêjiyên dermafê girtiyan de bûne, û karê li ser nerîna li tevaya giliyên ku ji aliyê desteyeke serbixwe û pak de dertên, û divê yekser biryarên koçberkirinê rawestin.
Hevbendiya Niştimanî xebatên kesên xêrxwaz ji gelê Libnanî li ser rawestana wan li kêleka birayên xwe yên sûrî di gelek boneyan de bilind dinirxîne, ku her car tekez kirine ku ew dijî binpêkirna mafên wan in.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê vê doseyê hilgire, û kar li ser livandina saziyên mafnasî yên navdewletî û Xaça Sor bikin, û ew bi serdanin yekser bo zîndan û girtîgehên Libnanî rabin, û li rewşa girtinê temaşe bikin, û temîniyên pêwîst li gor wan serdanan pêşkêş bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
24 adara 2021