Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Damezirandina Artêşeke Niştimanî Dike û Tekez Dike ko ew Amade ye Danûstandinên Rûbirû Bi Rêjîmê re Bike

July 28, 2017
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Damezirandina Artêşeke Niştimanî Dike û Tekez Dike ko ew Amade ye Danûstandinên Rûbirû Bi Rêjîmê re Bike

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji dewletên piştgir û yên hevalên Sûriyê kir ko piştgiriya damezirandina artêşeke niştimanî yekbûyî bikin, ko ji hemû alayên şoreşê pêkbê tako pareke bingehîn ji hevpeymana navdewletî li dijî tiroristiyê be. Ev di kongirê rojnamevanî yê ko Hevbendiya Niştimanî îro înê li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê daxwaz kir. Di kongir de helwesta xwe ji pêşhatên siyasî û meydanî yên dawî diyar kir.

Serokê nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî got: “pêşhatên metirsîdar û cihê mixabiniyê  yên ko li Idlibê çêbûne, di texmînê de bûn ji ber kêmasiya mezin ya asta piştgiriya artêşa azad û nekarîna miletê Sûrî bi rêya dezgehên xwe yên siyasî yên rewa artêşeke niştimanî ya yekbûyî damezirîne.”

Remedan daxwaz ji alayên opozisyonê kir ko yekgirtî bin û got: “Tiştê li Idlib çêbû alayên leşkerî dike ber berpirsiyariyeke niştimanî ji bo tevli artêşeke niştimanî ya yekbûyî bibin, dê karûbarê wê yê bingehîn bergîriya herêmên rizgarkirî ji êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê bike, û herêmên ko rêkxistinên tiroristî dagîr kirine ji wan rizgar bike.”

Hevbendiya niştimanî xweşhaliya xwe bi peymanên ko çêbûne da yên li Xûta rojhilat û aniya başûr û daxwaz kir ko
“cîbicîkirina tekûz ya hemû peymanên ko çêbûne dikin yên ko pêdiviya alavên çavdêriya bi awayekî tekûz kartêker bibe.”
Û dibîne ev peyman divê bigihên asta rawestandina bombebaranê û agirbestê li gora biryarên navdewletî û ji bo destpêkirina yekser bi kartêkerina pêvajoya siyasî bi rêya danûstandinên rûbirû li Cinêvê ji bo kêşeya bingehîn gengeşe bibe ew jî mijara operasiyona veguhastina siyasî ye .

Remedan  têwerdana hizbulaha tirorist ya aşkere di herêma Qelemûnê de û dorpêçkirina wê ji çend bajarok û hewildana wê ko xelkên wê deverê koçber bike wekû “xizmetekê ji rêjîma Îranê re tako guherîna dîmugrafî li herêmê pêk bînin ya ko gelek herêman ji gundewarê Şamê dinimîne”.

Û daxwaz kir ko helwêsteke Erebî û navdewletî yekbûyî ko daxwaz bike ev milîtanên tiroristî û hemû miltanan li ser xaka Sûriyê derxînin, û daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko pêrabûnên pêdivî li bin çavdêriya navdewletî bike tako endamên van milîtanên ji Libnan û Sûriyê nehêlin derbas bibin û tawankarî û kuştinê li gel çeteyên Esed li dijî miletê Sûriyê nekin.

Li ser herdu civînên Astane û Cinêvê Remedan tekez kir ko Astane beraberiyeke siyasî dike bi sedema ko piraniya aliyan Îran wekû dabînger ji çi peymanê re red dikin, got Cinêv negiha asta “operasiyona siyasî ” û heta vê kêlîkê hêj di çarçoveya operasiyonên gotûbêjan di navbera aliyan û nûnerê navdewletî û tîma wî de ye, û heta bi alavên şêwirdariyê yên teknîkî ne pabendî ne, gengeşe di navbera opozisyonê û tîma Netewên Yekbûyî de dibe.

Matmayîna xwe diyar kir li ser pejirandina Netewên Yekbûyî beşdarbûna nêgatîv ya şanda rêjîmê û dîtina tenê amadebûna wê şandê tiştekî giring e, dûr ji naverok û gewherê mijarê û bal kêşand ser ko berdewamiya kar di pêvajoya Cinêvê de bê ko pêşketineke xuyanê û di berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di êrîşan de û hewildana çareserkirinê bi awayê leşkerî, baweriya gelî pê nema û tê dîtin ko ji hêla rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin tête bikaranîn ji bo xeyaleke hebûna operasiyoneke siyasî piştî ko ew ji naverok û gewherê wê derxistin.

 

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Zêdetir ji 1300 Şehîdî û Koçberkirina Nêzîkî 200 Hezar Penaberî Her ji Destpêkirina Şerê Reqê de

Zêdetir ji 1300 Şehîdî û Koçberkirina Nêzîkî 200 Hezar Penaberî Her ji Destpêkirina Şerê Reqê de

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.