Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ji xwepêçanderên roja înê li bajar û bajarokên Sûriyê derketibûn da xuyakirin.
Daxuyaniyê diyar kir ko bi hezaran di xwepêşindanan de beşdar bûne û dibîne ev bi amanca “parastina rûyê şoreşê” ye.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko miletê Sûrî çi aliyekî napejirîne eger têkeve navbera wî û daxwazên azadî û dadmendî û rûmet û yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê wê ve, ew bijardeya bi tenê ye ya ko Sûriyan razî bike, bi rêjîmeke nû ya azad û dîmuqratî ya rêzê li mirov û azadî û rûmeta wî bigire.
Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li tevgera milet dike ya di xwepêşindanan de diyar bû, ew xwepêçandanên pabendiya xwe bi pirinsîbên Şoreşê û amancên wê tekez kirin.
Ş destnîşan kir ko xwepêşindan nameyeke bi zimanê Sûrî yê zelal bû, ko tu ravekirin jê re navê, ew helwest bi ala şoreşê diyar bû, ya ko di ser hemû alan re ye, ya ko simbola mafên rewa ye, û rêka azadî û rizgarkirina ji hemû cûreyên stam û zordarî û tundrewî û tiroristiyê nîgar dike.
Jêder: Hevbendiya Nişrtimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê