Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab tekezî li ser helwesta opozisyona Sûrî li hember piransîpên şoreşê kir, û cext li ser rûxandina rijêma Bişar Esed kir û got ku ev yek “pêdiviye, ne bijarde ye”, û got ku ew ” dest ji daxwazên gel bernadin”.
Herwiha tekez kir ku “cîhan dizane ku tişta li Sûriyê dibe ne milmilane ye li ser deshilatê, ew şoreşa miletekî ye li dijî zordestiyê”.
Hicab got ku wî di hevdîtina xwe de ya ligel serkirdeyên parêzgeha Der’a ya bi enternêtê gotibû ku “tişta li Sûriyê bûye, berhemê têkşikestina siyasî ya Rijêma niha ya rêveberiya welat dike ye “, û got: “em nûnertiya daxwazên gel dikin, û ne ji mafê me ye em dest ji daxwazên gel berdin, ji ber ku rewaya me bi qasî wefaderiya me bi vî barî re tê pîvan”.
Herwiha wezareta derve ya Erebistana Siûdî ew nûçeyê bi riya çend dezgehên ragihandinê hatibû belavkirin û têde rezamendiya Si’ûdiyê li hember mana Bişar Esed li qonaxa veguhêz hatibû red kir, û helwesta welatê xwe ya neguhêr derbarê doza gelê Sûriyê û riya çareseriya wê ligor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên encûmena ewlehiya navdewletî dupat kir, û cext li ser tinebûna cihê Esed di paşeroja Sûriyê de kir.
Û serkirdeyên parêzgeha Der’a ji aliyê xwe ve “pabendiya xweya bi tekûzî bi piransîpên şoreşê û rûxandina rijêma Esed bi sercem dezgeh û destekên wê ve tekez kir, û cext li ser giringiya kar ji bo yekparçebûna Sûriyê û giringiya ku agirbest li trvaya Sûriyê cîbecî bibe kirin, û sercem pirojeyên parçekirinê red kirin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî