Her ji heftiya bê de, yekem karwanê heciyên Sûriyê bi çavdêriya komîta bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ve wê bigehe Erebistana Si’ûdî.
Rêxerê rojnamevanî yê komîta bilind ya Hecê Ebdulrehman Elnehlawî got ku hecacên Sûrî wê ji gelek dewletan bên, û ev belavbûna Sûriyan li cîhanê bi sedema çêbûna kiryarên derbiderkirin û koçberkirinê yên berfereh yên bi sedema oparesyonên leşkerî yên Rijêmê li ser qada Sûriyê çêbûn, û ligor amarên rêxistinên mirovî, nêzî 13 milyon kesî ji cihên xwe hatine koçberkirin.
Elnehlawî bal kişand ser ku komîta bilind ya Hecê çend nivîsîngeh li (Misr, Urdin, Libnan, Tirkiya, bakurê Sûriyê) vekirine, her weha vekirina çend nivîsîngehên neserekî li (Imarat, Qeter, Kiwêt), û diyar kir ku ev yek bi armanca pêşkêşkirina ximeztê bo heciyên Sûriyê dibe, û ji bo rêxistina tevgera wan bo mala xwedê ya pîroz.
Û diyar kir ku yekem karwan ji Tirkiyê wê 12 tebaxê bigehe Erebistana Si’ûdî, û bal kişand ku tê çavrêkirin îsal hejmara heciyên Sûrî bigehêje 15 hezar kesan, wê ji dewletên cîran û Qeter û Misr û Îmarat û Kiwêtê bên.
Elnehlawî tekez kir ku sercem vîzayên Hecê wê bi rêka nivîsîngehên komîta bilind ya Hecê bin, bi hemahengiya ligel balyozxane û konslosên Si’ûdiyê li herçar dewletan, di çarçovê rêkeftinek emzekirî de ligel wezareta Hecê ya Si’ûdiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî