Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Komkara Erebî ya bira û dewletên biyanî yên dost û dewletên di Hevpeymaniya Navdewletî dijî rêxistina Daişê de beşdar in kir, derbarê kiryar û binpêkirinên milîsên PYD dermafê sivîlan li deverên Rojhilatê Ferat.
Û Elherîrî diyar kir ku pinpêkirinên mezin ên ku milîsên PYD pê radibin bi awayekî rêbazkirî sivîlên parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê û Hesekê armanc dikin, û got ku karên dijminkarî dermafê xelkê sivîl reftarin hevbeş in di navbera rijêma Esed û wan milîsan de, her weha di rûbirûbûna daxwazên gel di azadî û rûmet û pêkvejiyana di dewleteke sivîl û demqrat de.
Û di nameya xwe de yaku arasteyî wezîrên derve yên wan dewletan kiriye, got ku siyaseta serkutkirin û stemkariyê a milîsên PYD, nerastiya gotina wan a ku dibêje: Em rêzê li demoqrasiyê digrin, diyar dike, û bal kişand ser ku kiryarên dubarekirî di warê binpêkirina azadî û mafên derbirînê yê çalakvanên kurd û siyasiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û rojnemevan û ciwanên ereb yên mafên xwe li deverên xwe dixwazin, tekez dike ku kiriyarên rêxistina PKK ya terrorîst di PYD de tê çesipandin.
Û got ku milîsên PYD xwe dispêrin çareya leşkerî mîna rijêma Esed, ew yek di riya danûstandina wê bi cemawer re diyar dibe, çimkê hemû endamên xwe yên xwedanên çekên giran dilivîne, û bi helmetên serdegirtina malan radibe, û jin û zarokan ditirsîne, û bêgunehan digire, û hîn bêhtir rêbendan belav dikin.
Û Elherîr tekez kir ku girtina zordarî û binçavkirina kotekî û îşkencekirin û kuştin kiryarin berdewam in li bal milîsên PYDe, dermafê çalakvan û rikberên aştiyane bikar tên, bêhtir ji bikaranîna wan dijî teroristên rêxistina Daişê, û bal kişand ser ku hewlên saziyên navdewletî ji bo derbasbûna zîndanên wan yên veşirtî bi ser neket, wek ku di serbestberdana girtiyên li bal wan de jî neçû serî.
Û Elherîrî li ser doseya fêrkirinê axivî, û got ku milîsên PYD desthilata defakto bikar tîne ji bo guhartina rêbazên fêrkirinê yên ku danpêdan ji aliyê UNESCO ve pê bûye, daku bike rêbazên ku han didin ser nijadperestiyê û gefê dide yekîtiya xaka sûriyê û sincên gelê wê, û diyar kir ku wî tiştî hişt ku hejmarek ji bavan zarokên xwe bişînin derve ji bo ku li wir bixwînin, û yên rewş pêre ne alîkar bû ku zarên xwe bişînin derve, zarokên xwe ji dibistanan derxistin, ew tişt jî gefê dide ser nifşên dahatî li deverê.
Û li ser destdanîna li ser malûmilkên welatiyan axivî, û Serokê Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku tiştê rewşa jiyanê li bal xelkê dijwartir dike, destdanîna ser malûmilkên wan e, ew jî bi awayekî bi mebest li deverên di bin kontirola milîsên PYDê de çêdibe, û dît ku ew bi xwe wek siyaset e daku xelkê pê feqîr û riswa bike û wan bibin leşkeriya neçar an koçber bikin.
Û Elherîrî daxwaza rawestandina çi piştgiriya leşkerî an siyasî ji milîsên PYD û saziyên pêve girêdayî re kir, û daxwaza vegerandina çekên giran yên ku radestî wan bûne, û wan ew çek di binpêkirinên mezin û rêbazkirî dijî mafên mirovan pêkanîne kir.
Û tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna fişaran li ser milîsan PYD kir, ji bo serbestberdana girtiyan û derbaskirina saziyên mafnasî yên navdewletî yên serbixwe bo zîndanên bi dizî û eşkere yên PYD.
Û daxwaza parastina mafên niştecîbûnê û malûmilkên kesên li derve û yên li wir hîn niştecî ne kir, û ku bi awayekî cidî û yekser vegera xelkê deverên Rojhilatê Feratê bi şêweyekî ewle û ji ber xwe ve bo warên xwe misoger bibe.
Û daxwaza lêpirsîneke navdewletê ya bêalî di binpêkirinên milîsên PYD de kir, û ku yên tevlî tewanan bûne cezayê xwe bibînin, û mafên qurbaniyan li wan vegerînin, û kiryarên nijadperestî yên ku wan li ser xelkê sepandine bidawî bibin.
Û cextî li ser pêwîstiya parastina bîrên betrolê û saman û jêderên darayî yên gelê sûrî yên li devera rojhilat kir, û ku wan jêderan têxin xizmeta dabînkirina alêkariyên mirovahî bo tevaya sûriyan li hemû deverên welêt.
Û daxwaz kir ku destpêşxeriya Hevbendiya Niştimanî bo rêvebirina deverê ji aliyê xelkên wê ve bi awayekî ku aramî û aştî li deverê pêk were û pabendî bi yasayên navdewletî bibe were pesendkirin, û got ku dem hatiye ku hêza civaka navdewletî bête çespandin, û piştgiya me di rêvebirina deverê de bibe, daku parastina mafên mirovan xurt bibe, û dijwariya debara jiyanê ya xelkê bidawî bibe, û berve serkeftina pirosesa siyasî li gor daxiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî 2118 û 2254 here, û biryarên ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve derketine û biryara 262/67 ya ji aliyê Komîta Giştî derketiye li gel biryarên dîtir yên pêve girêdsayî cîbicî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî