Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahî ya Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî a Xola 56an

May 22, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 6 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Di herdu rojên 20-21 heyva gulanê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Xola 56 di heman demê de li herdu baregehên wê li Ezaz û Stanbolê lidar xist.

Û Diktor Nesir Elherîrî Serokê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê bi rawestandina kêliyeke bêdenk li ser giyanê pakrewanên şoreşa sûriyê û gelê filestînî yê bira civat vekir.

Û piştî pîrozbahiya gelê me bi boneya cejna remezanê ya pîroz, û hêviya ku cejna dahatî li sûriyê bête pîrozkirin piştî ku welat ji rijêma kujer û tawanên wê bête rizgarkirin, û sîstema demoqrasî a ku azadiyan û afrênera sûriyan di hemû waran de birê dixe were lidarketin, tevî şiyanên wan yên bi nav û deng di avakirin û kar û berhemdanê de.

Û Serokê Hevbendiyê li ser hejmarek ji beşên giring yên di pirograma kar û helwestên Hevbendiyê de axivî, û di pêşî de: riswakirina şanoya hilbijartinên rijêmê, yên ku dixwazin ji nû de serokê rijêma tawanbar bi awayekî pîs yaku mafên mirovan û curbecur yasayan binpê dike biser bixîne, di dema ku cihê kesên tawan dermafê gelê sûrî kirine Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, ne dubarekirina pêkenoka hilbijarina ku encamên wê naskirî ne, ji ber ku bi piştgiriya Îranî û Rûsiyan hatiye kirin, û got ku hilbijartin di dema ku helwestên navdewletî ne zelal de tête lidarxistin. û Serokê Hevbendiyê hêviyên xwe anîn ziman ku helwestên wan dewletan bighên asta bidestxistina mafên gelê sûrî di çespandina çareya siyasî de, û bi vê boneyê Hevbendiya Niştimanî silav û rêzên xwe arasteyî tevaya dewlet û hikûmetên nehiştine ku pêkenokiya hilbijartinan li ser xaka wan lidar bikevin kir, û di pêşiya wan dewletan de Tirkiyê û Almaniya bûn. 

Gelê sûrî bendewarê helwestin bihêztir e, û divê ne tenê di warê hilanîna rewatiya siyasî ji ser rijêmê de bimîne, lê divê hîn rewatiya yasayî ji rijêmê bikşîne, û piştgiriya hêviyên gelê sûrî di damezrandina sîstemeke demoqrasî bike, yaku dê bibe bingeh ji azadiyên giştî û taybet re, daku mafên mirovan û mafên tevaya pêkhatên sûriyê misoger bike.

Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku Hevbendê di helmeta berfireh ya retkirina tawanbar de berdewam e, û bi hejmarek ji pêwendî û hevdîtinên li gel çalakiyên gelê me li deverên rizgarkirî û deverên dîtir yên di bin kontirola rijêmê û milîsên PYD û Heyet Tehrîr Elşad de radibe, her weha li gel revendên me yên li cîhanê belav bûne, û li gel girûpên dost û bira bo helwestên hevbeş, û lidarxistina çalakiyên ku nerazîbûna gelê me ji vê pirosesa bêrêz diyar bike.

Di beşê duyem de Serok li ser doza Filestînê yaku di helwestên Hevbendiyê yên eşkere de amade bû, derbarê hemû tawanên ku dagîrkerê Îsraîlî dijî xak û pîrozahiya taxa Şêx Cerah û dijminkariya li ser nimêjkarên di Mizgefta Eleqsa de û li ser derfetdana bo niştecîbûyên Îsraîlî yên har ku dijî sivîlan û  dijminkariyê li ser Geza axivî, û Hevbendî Filestînê dozeke erebî  û îslamî û dozeke rizgarî taybete bo tevaya azadîxwazên cîhanê dibîne, lewra tekez dike ku ew li kêleka gelê filestînî û mafê wî yê rewa ye, di avakirina dewleteke serbixwe û paytexta wê Qudis be, û tevaya penaber vegerin, û dibîne ku rijêma Israîlî rûyê dî ye yê rijêma Esed yê xwîdar e, rijêma ku bûyeran welêt derwên siloganên berxwedanê li bal wê tev diyar kirin, her weha bûyeran pîstiyên rijêma Îranî ya xwedî pirojeyeke netewî û mezhebî taybet eşkere kirin.

Û di beşê siyemîn de Serok li ser tevgera siyasê ya erênî a li vê dawiyê çêbûye axivî, ji lihevhatina dewletên Kendavî de bigre ta têkliyên di navbera Tirkiyê û Misrê de û di navbera Tirkiyê û Erebistana Siûdî de, û Hevbendiyê xweşhaliya xwe bi detpêşxeriya Qeterê bo lihevhatinê anî ziman, û dît ku vê pêşketina erênî ye û dê bandora xwe li ser rewşa sûriyê di riya hîn bêhtir helwestên piştgiriya mafê gelê sûrî di azadiyê de bike, û tirajîdiya ku rijêm bûye sedema wê bidawî bibe.

Li dawiyê Serokê Hevbendiyê silav li pêdariya gelê sûrî di curbecur deverên ku lê dijî de nemaze yên di bin kontirola rijêmê de kir, ji ber ku qebareyeke derdeseriyê mezin ji kiryarên rijêmê yên rêbazkirî dikşînin, û salv li tevaya şêweyên tevgera gelêrî di hejmarek ji deverên sûrî de wek deverên bakur ta rojhilatê Ferêt yên di bin kontirola PYDê de kir, û kiryarên milîsên PYD yên xwîndar di riya gulebarana ser xwepêşenderan û kuştina hejmarek ji welatiyên bêguneh û girtina bi sedên ku dijî bilindkirina bihabûna keresteyan derketine şermezar kir.

Û Serok bal kişand ser berdewamiya tawanên rijêmê û binpêkirinên rêkeftinên derbarê deverên rojavayê Ferêt hatine morkirin, û tekez kir ku rijêm hîn li ser rêbaza xwe ya leşkerî û ewlehî ye, û hîn di operasyonên koçberkirina kotekî dermafê gelê me de berdewam e, weku karê li vê dawiyê pê rabûye, û bi dehan welatî ji xelkê gundê Um Batine ya girêdayî parêzgeha Qinêtirê koçberkirine, û got ku Hevbendiya Niştimanî li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo dîtina penagehekê bo wan koçberan kar dike.

Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên karên rêvebirî û komîteyên ku serpereştiya wan dikin pêşkêş kirin, û li ser şaştî û erêniyan rawestiyan.

Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa bi amadebûna tevaya Wezîrên Hikûmetê şiroveyek hûrbîn li ser karên Hikûmetê û astengiyên ku rastiyê tên di dema kêmbûna jêderên darayî de pêşkêş kir, û deriyê gengeşiyê li ser giringtirîn pirojeyên ku Hikûmet di heyameke erênî de û di curbecur waran de pê rabûye û li ser giyanê karê hevbeş hate vekirin.  

 Ji aliyê xwe ve Mamose Hadî Elbehra raporek hûr û kûr li ser kar û çalakî û pirojeyên Sendoqa Qerzdanê ya girîn pêşkêş kir, û gengeşiyên hûrbîn li ser giringtirîn beşên karê sendoqê hatin çêkirin.

Û Mamoste Mihemed Hesino Rêvebirê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê raporek hûrbîn li ser kar û pirojeyên yekîneyê pêşkêş kir, û rapor bi pirsên amadebûyan û bersivdana Serokê Yekîneyê hate dewlemendkirin.

Desteyê Civatên xwe roja duyem bi guhdariya raporên rêvebirî û ofîs û komîteyan û berçavkirina ketwarê meydanî û ketwarê siyasî ji aliyê Ofîsa Şêwirdariyên Stratîcîk ve û şiroveya Hevrêzkarê Ofîsa Belge û Lêkolînan û rola Hevbendiyê di vê qonaxê de berdewam kir.

Mamoste Enes Elebde Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî giringtirîn pêşketinên pirosesa siyasî û encamên civatên Desteyê û hevdîtinên li gel dewletên çalak di doseya sûrî de û bi navbirên navdewletî berçav kir, her weha Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra li ser rewşa rawestayî û pûçbûna ku Komîte têde dijî bi sedema helwestên rijêmê yên ku bi awayekî biratîkî û di riya rêşûnên xwe re gewhera Komîteya Destûrî û dariştina destûrê nû bo welêt binpê kiriye.            

Civat bi silavên germ bo gelê me yê pêdar li tevaya cîgeh û waran bidawî hat, gelê ku bi kizota baweriya xwe girtî, û bi hêvî ye ku dê rijêma tawanbar bidawî bibe, û çareya siyasî li ser serdemeke nû yaku gelê me hêjayê ye bête çespandin.

Dilovanî bo pakrewanan

Û saxlemî bo birîndaran

Û azadî bo girtiyan û rastî bo rewşa bêserûşûnan

Û serkeftin bo şoreşa azadî û rûmetê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

22  gulan 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Metingeke Protestokirinê de li Cindêrisa Gundewarê Helebê ji bo Redkirina Şanoya Helbijartinan Dike

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Metingeke Protestokirinê de li Cindêrisa Gundewarê Helebê ji bo Redkirina Şanoya Helbijartinan Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.