Çalakvanin bajarê Cindêrisê li gundewarê helebê, xwepêşandanek û mangirtinek pirotestokirinê dijî şanoya pêkenokî ya hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê rêxistin kirin, û şandeke Hevbendiyê beşdarî tê de kir.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Şihadê di mangirtinê de got: “Em piştgiriya hemû tevgerên gel dijî rijêma Esed dikin, bi taybetî di şanoya helbijartinên niha de, û em tekez dikin ku cihê Esed yê guncav ew e, dadgeheke navdewletî ji bo wî ji ber tawanên wî yên dijî gelê Sûriyê pêk anîne siza bike”.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî her bizavan dike ji bo veguhestina wêneyê rasî yên van helbijartinan ji dewletên guhdana wan bi rewşa Sûriyê heye re, nemaze dewletên Oropî û Amerîka.
Û ji hêla xwe ve endamê desteya siyasî Muhemed Yehya Mektebî got ku “ Ev mangirtin ne ji bo redkirina ew karê ku navê helbijartin lê dibe ye, ji ber ku mirov nikare wî navî lê bike, û navê rasteqîn ê ku mirov kare lê bike ew e, jinûveçêkirina tawankar Beşar Esed , yê ku milyonek ji sûriyan şehîd kirine, û 70% ji Sûriyê wêran kiriye. Ev tawankar nikare serokê Sûriyê be.”
Çalakvanan di mangirtina protestokirinê de tekezî li ser redkirina xwe ji şanoya helbijartinan re kirin, û cext li ser berdewamiya şoreşa Sûriyê kirin, û piştgiriya xwe ji gelê felestînî re yê ku derdeseriya dagîrkeriya israîlî dikşîne kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimnî ya Sûrî