Di bin navê “Ti rewatiya Esed û helbijartinên wî tune ye” de, duh, Komcivîna Jinên Sûrî ya Duyemîn li bajarê Efrînê di bin çavdêriya serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, û şopandina Cîgira Serok û hevrêzkara Ofîsa jinê ya Hevbendiyê , Ruba Hebûş, û beşdariya hejmarek ji jinên çalak di karûbarên giştî û siyastê de li dar ket.
Serokê Hevbendiyê Dr. Nesir Elherîrî ev komcivîn vekir, û tekezî li ser rola jina sûrî di karê siyasî û civakî de kir, herweha giringiya beşdariya wê di avakirina Sûriya nû û avakirina dezgehan û partiyên siyasî de, û derbarê prosesa siyasî , tekezî li ser sepandina veguhestina siyasî û sizakirina rijêmê ji aliyê civaka navdewletî de kir, û got ku wî name bo bêtir ji 70 dewletî şandiye ji bo redkirina van helbijartinan û nerewabûna wan, û danpênedana bi rewatiya wan û piştgiriya sizakirina vê rijêma tawankar.
Jinên beşdar giringtirîn dosya û astengiyên dikevin riya karê jina sûrî de li ser astên corbicor û bi taybetî di karê siyasî de gengeşa kirin, û tekezî li ser pêkenokbûna vê şanoya helbijartinên rijêma Esed kirin, û daxwaza gavin cedî ji civaka navdewletî derbarê vê şanoyê kirin.
Ev gav beşek ji bizavên Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ye, ji bo destpêkirina Desteya Jina Sûrî , bi armanca piştgiriya jinê ji bo beşdariya di karê siyasî û civakî de û parastina mafên wê û berfirehkirina çarçoveya karê jinê di warê jiyana giştî de.
Û di dawiya comcivîûnê de, jinên civiyayî daxwiyaniya dumahiyê ya komcivîna duyem derxistin, tê de tekezî li ser redkirina şanoya helbijartinan û pirotestokirina Tawana koçberkirina kotekî ya ku rijêma Esed û hevalbendên wê Rûsiya û Îran li ser dimeşin, ku ya dawî jê koçberkirina xelkên Um Batna ya li gundewarê Quneytra bû, kirin.
Û daxwiyaniya dumahiya komcivînê cextî li ser xurtkirina rola jina sûrî di pirosesa siyasî de li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 . û xwirtkirina kar ji bo dabînkirina derfetan ji jinê re ji bo beşdariya di tevaya dezgehan û navendên çêkirina biryarê de kir.
Hêjayî gotinê ye ku Komcivîna Jina Sûrî ya yekem li bajarê Izazê di heftê nîsana bûrî de li dar ketibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimnî ya Sûrî