Bi Hevrêzkariya di navbera Hevbendiyê û Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civînek ji dûrve li gel rayedarên saziyên sûrî yên li Emrîka dixebitin lidar ket, û bi wan re behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di doseya sûrî de kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî li ser şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed lidarxistine û hevbendiyê û hejmarek mezin ji dewletan li rex nerazîbûna gelêrî derbarê hilbijartinên ku li tevaya deverên sûrî hatiye red kirin axivî.
Û li ser berfirehkirina kar û çalakiyên Hevbendiya Niştimanî li ser xakê nemaze li deverên rizgarkirî di warê miqatebûna li xurtkirina rewatiya gelêrî de axivî, û şiroveyek li ser nûkirina gotara niştimanî ya Hevbendiyê û xebatên xwe li ser kişandina rewatiya nûnertiyê ji rijêmê di Netewên Yekbûyî de pêşkêş kir.
Û Elherîrî li ser dawîtirîn pêşketinên pirosesa siyasî û pêşhatên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û tekezî li ser serhişkiya rijêma Esed û berdewamiya wê di rêbaza di cîdehiştin û paşxistinê de kir.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzgarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî li ser xebat û çalakiyên ku ofîsê li deverên rizgarkirî beşdarî têde kiriye wek mangirtin û xwepêşandanan bi armanca riswakirina şanoya hilbijartinên Esed axivî.
Û Mektebî tekezî li ser guhdana mezin ji aliyê Ofîsa Revendan ve bi mijara penaberên sûrî li Danîmarkê û biryarên zordarî yên dermafê hejmarek ji malbatên sûrî li wir kir, û bal kişand ser berdewamiya ofîsê di xebatên xwe de bo pêkanîna armanca mezin wek lidarxistina kongirê giştî yê revendnên sûrî li seranserî cîhanê.
Û Serokê Encûmena Girûpa Kîla Bak D. Husam Eleyobî li ser giringiya berdewamiya siyaseta çaksaziyê di Hevbendiya Niştimanî de û pêngavên pey re wek guhertina sîstema bingehîn û dema xola serokatiyê daku li gel ketwarê nû yê şoreşa sûrî be axivî.
Û Serokê Encumena Rêvebiriya saziya Mid Global D. Zahir Sehlol li ser pêngava dawîn derbarê tevlêbûna rijêmê bo Encumena Cîbicîkar ya Saziya Tenduristî ya Cîhanî û li ser giringiya kar li gel hevparên navdewletî bo rûbirûbûna vê pêngavê axivî, û tekezî li ser giringiya pêwendiyên berdewam di navbera Hevbendiyê û saziyên sûrî bo karê li gel xwediyên biryarê li Emrîka daku guh bidin doseya sûrî û bihêlin ku ew bibe doseyeke pêşinde li bal rêvebiriya emrîkî, û girîngiya şopandina xalên ku li ser lihev tê kirin û pevguhartina agahiyên pêve girêdayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî