Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê yê berê Ebdulhekîm Beşar ji dezgehên ragihandinê re got ko rêjîm nikare danûstandinan red bike, lê ew berpêkan dide û hewil dide ji cîbecîkirina biryaran bireve.
Beşar destnîşan kir ko civaka navdewletî rê nade Esed heta dawiyê bi vî şêweyî bimîne û berpêkan bide û ji bicihkirina biryaran bireve, û dibîne ko wê rêjîm “were danûstandinan ji ber fişara navdewletî û ne bi daxwaza xwe”, ji bo cîbicîkirina biryara 2254ê ya damezirandina desteyeke desthilatdara veguhêz bêyî Esed têde heye.
Ebdulhekîm got ku helwestên ” Esed” berovajî hev in, ji ber ew opozisyonê bi tiroristiyê tawanbar dike, û ewê dawiya vê mehê berê xwe bide Astana, û destpêka meha dahatî wê biçe Cinêvê ji bo danûstandinan pê re bike, û dibîne ku gotinên wî “ bi armanca xurtkirina helwesta xwe ya danûstandinan e” û “opozisyon ” hêj bi çareserkirina siyasî re ye, li gora daxuyaniya Cinêva 1 û biriyara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2254.
Derbarê ragihandina serekê rêjîmê ku ew red dike hevrêzkariya ewlekarî bi dewletên piştgiriya opozisyona Sûriyê dikin re bike, got ku “ev dewlet hevrêzkariyê di warê ewlekariyê de bi rêjîmê re red dikin, û eger wan bixwesta wê Esed bê dudilî hevkarî bi wan re kiriba”.
Elhekîm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ko Hevbendioya Niştimanî sûr e li ser pêşkêşkirina her kesê destê wî bi xwîna miletê Sûrî bûye ji dadgeha tawankariyên navdewletî re.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart