Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bûyereke nû ya metirsîdar ji aliyê balyozxaneya rijêma Esed li Beyrûtê pêk hat, ji ber ku balyozxaneya sûrî li wî welatî hiştiye 5 welatiyên Sûrî yên li Libnanê dijîn sardana wê bikin, û piştre hemû agahiyên bi wan ve girêdayî hatine birîn.
Kişandina welatiyên Sûrî yên li derveyê welêt berve balyozxaneyê û pişt re revandina wan, dijberî sinc û yasayên navdewletî ye, û pinpêkirin e ji peymana Vîyêna ya têkliyên diplomatîk re, di riya kirina avahiya balyozxaneyê weke cihekî ewlekariyê, ev yek dihêle ku balyozxaneyên Sûriyê li seranserî cîhanê bibin cihên metirsîdar ji Sûriyan re, û ji bilî sûriyan re jî.
Desthilatên têkildar li libnanê tevî Wezareta Deve û ya Navxwe û Serokatiya Encumena Wezîran û amûrên ewlekariyê, yekser di ber şopandina vê doseyê û rizgarkirina kesên hatine revandin de berpisyar in, nemaze ku ev tawan girêdayî desthilatên dewleta Libnanî ye.
Civaka navdewletî û saziyên navdewletî, tevî Komisyona Bilind ya Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan, û Encumena Mafên Mirovan û desthilatên Libnanî berpisyar in, û ji wan tê xwestin ku tevgerekê bo serbestberdana herpênc kesên hatine revandin bikin, û rêkeftinên navdewletî yên girêdayî balyozxane û qunsulxaneyan biparêzin, û bi tiştê ji wan tê xwestin derbarê vê bûyera metirsîdar rabin, nemaze di warê bikaranîna rola şandên diplomatîk de, ji ber ku ew şand karekî dûrî erk û desthilata xwe dikin,.
Piştî vê bûyerê, serdana Sûriyan bo qonsulxane û balyozxaneyan li seranserî cîhanê ji bo bideranîna belgeyan bûye cihê metirsiyê, û dibe ku li wir werin girtin an revandin, ji ber ku rijêma tawanbar balyozxaneyên xwe mîna şaxên ewlekariyê bikar tîne, daku peyketina rikberên tawanên xwe bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dixwaze ku nema welatiyên Sûrî yên li derveyî welat serdana qonsilxaneyên rijêma tawanbar ji bo derxistina çi kaxezên fermî yên ku tên xwestin bikin, û li şûna rijêmê ew kaxez ji aliyê komisyona penaberan ve li welatên ku Sûrî lê dijîn werin derxistin, daku Sûrî rastî girtin û binçavkirina kotekî neyên.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
28 tebax 2021