Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Piştî rapora metirsîdar yaku Saziya Lêborînê ya Navdewletî Amnesty di bin Navê Tu Diçe Mirinê di destpêka êlona bûrî de derxetiye, rapora Human Rights Watch ya dawîn ku bi navekî mîna wê de derketiye a ku navnîşana xwe weh bû: Jiyaneke Mîna Mirinê ye, rapora nû bêhtirê tiştên ku di rapora berê de hatine tekez dike, û hîn zêdetir çîrokên metirsîdar yên girêdayî bi çarenûsa hejmara yên ji def xwe an bi kotekî vedigerin deverên di bin kontirola rijêmê de salix dide.
Encamên van raporan û temîniyên wan tiştên me berê tev zanîn tekez dikin, û çi liv berve vegerandina penaberan bi destê zorê bo deverên di bin kontirola rijêmê de bibe dighê asta tawaniyê û pişikdariyê di her tiştê ku penaber rastiyê werin de, tevgera tê xwestin divê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî ve bête girêdan, û sedema sereke ya koçberkirinê û bêserûberiyê û wêraniyê bidawî bibe.
Derbasbûna demê nayê wateya ku ketwar li ser zemînê hatiye guherîn, ji ber ku hez û vîna tawanên terroristî di kiryarên rijêmê û amûrên wê û endam, rayedar, çete û milîsên pêve girêdayî de cih girtine, û ew ta niha şêweya tenhaye bo mana wê û kontirolkirinê û mêtina gelê Sûrî di warê darayî de.
Raporê tekez kir ku deverên di bin kontirola rijêmê de ne aram in, û divê dewletên ku mêvandariya penaberan kirine operasyonên şandina penaberan an vegerandina wan bi awayekî kotekî rawestînin.
Bi melyonên sûriyên koçberkirî û yên penaber rastî astengiyên dijwar tên, lê tiştê ku bêhtir wan dilteng dike metirsiya vegerandina wan ya kotekî ye, lewra ji civaka navdewletî tê xwestin ku bi her tiştê ku karibe rabe, daku ketwar li ser xaka Sûriyê bighuêre, û tawanên rijêmê û gefên wê yên yekser û berdewam li ser sûriyan li her cihî bidawî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
21 çirya pêşîn 2021