Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re ji bajarê Cinêvê de lidar xist, û hejmarek mezin ji endamên Desteya Siyasî amade bûn, û Desteyê behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir, û bûyerên gera şeşemîn ji karên Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser hevdîtinên ku li Cinêvê li gel serkar û dîplomatên Emrîka û Tirkiyê û Qeterê lidar xistine pêşkêş kir, û têde tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna rijêmê û sponserên wê di berdewamiya gurkirina li ser bakurê Sûriyê kir, her weha pêwîstiya kartêkerkirina doseya lêpirsîna navdewletî û zêdekirina fişarên navdewletî ji bo bicihanîna veguhestina siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî.
Û Desteya Siyasî binpêkirinên metirsîdar ên ku rijêma tawanbar û milîsên mezhebî li bakurê Sûriyê û bandorên komelkujiya ku rijêmê berî du rojan li gundewarê Idlibê pêk aniye, yaku têde bi dehan şehîd ketine û birîndar bûne û di nav de zarokên ku diçûne dibistanê hebûn, gengeşe kirin.
Û Desteya Siyasî kaxeza ku ji hêla rijêma Esed derbarê teror û tundrewiyê di civatên Komîteya Destûrî de li Cinêvê pêşkêş kiriye gengeşe kir, û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku kaxeza rijêmê nagihê asta deqên yasayî û ew dûrî dariştinên destûrî ye, ji ber ku rijêm hîn bi terorî û tundrewî bi doseyan re dide û distîne, di riya nerînên xwe yên bêecam re yên ku welat gihandine vê rewşê, û got ku ev kaxez tekez dike ku rijêmê hîn nerîna xwe an danûstandina xwe bi gelê Sûrî re û nerîna xwe ya li yasa û destûrê neguhertiye.
Û Berekat bal kişand ser ku pêşkêşkirina vê kaxezê wek bideranîna Komîteya Destûrî ji rêza karînên wê ye, ji ber ku sepeteke taybet bi gengeşeya terorê li gor biryara navdewletî 2254 heye, û armanca rijêmê ji wê kaxezê tenê bo paşdexistin û windakirina demê ye, weke rêbaza wê ji destpêka civatên Komîteya Destûrî de.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo şiroveyek li ser şopandina karên gera şeşemîn a Komîteya Destûrî ya Sûrî û amadekariyên helmeta siyasî derbarê kartêkerkirina ofîsa Entirpolê li Şamê pêşkêş kir, her weha civata ku li gel Desteya Siyasî li Hesekê hatiye lidarketin.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar li ser serdana wî bo Erbîlê di hefteya bûrî de û civatên ku li wê derê li gel berpirsên herêmê lidarxistine axivî, û pirsgirêkên fêrkirinê di hundir kampên sûriyan de li herêmê ronî kirin.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş raporek li ser amadekariyên ku Desteya Jinê ya Sûrî pê radibe bo çalakiyên herdû heyvên dahatî pêşkêş kir.
Û Serokê Komîteya Diyaloga Niştimanî Ebdilîlah Elfehed, çalakî û hevdîtinên Komîteyê yên ku li deverên rizgarkirî li gel komên çekdaran û girop û Komeleyên Koçberên Humis û Deraa û Dêra Zorê û Sendîkaya Parêzerên Helebê lidar xistine berçav kirin, û diyar kir ku mijarên hevdîtinan bi awayekî sereke li ser pirsgirêkên fêrkirinê û pêşketina karê Komîteya Destûrî bûn.
Û amadehiyan li raporekê li ser pêşketinên siyasî û herêmî û navdewletî û bandora wê li ser doseya Sûriyê û rapora meydanî û leşkerî ya Artêşa Niştimanî ya Sûrî guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî