Ofîsa Nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Emrîka li gel saziyên Sûrî-Emrîkî, beşdarî di civatên amadekirin û damezrandina “Hevpeymaniya Emrîkî ji bo Sûriyê” roja înê li Washington kir.
Û di civatan de li ser rêzika navxwe ya bingehîn bo damezrandina laşekî rêvebirî û rêxistinkirî yaku wan saziyan di bin navê “Hevpeymaniya Emrîkî ji bo Sûriyê” ( American Coalition for Syria) de kom bike lihev kirin û îmze kirin, û ev hevpeymana nû ji neh saziyên Sûrî pêk tê.
Û di civatê de Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emrîka Quteybe Idlibî û Doktor Zekî Lebabîdî Wek Nûnerê Encumena Sûrî-Emrîkî û Doktor Tariq Ebo Gezalê Wek Nûnerê Girûpa Kîla ya Karê Siyasî û Doktor Zahir Sehlol Nûnerê Destpêşxeriya olî ji bo Sûriyê û Doktor Mehmûd Berazî Nûnerê Girûpa Sûriya Azad bo Karê Siyasî û Xanim Mêrna Berq û Mamoste Eymen Ebdilnor Nûnerên di ber Sûriyên Xiristiyan ji bo Aştiyê, û Doktor Bekir Gibês Wek Nûnerê Welatiyên ji bo Emrîkayeke Ewle û Aram ve û Yasir Tebara Nûnerê Yaneya Sûrî û mamoset Wail Sewah di ber saziya li gel Dadweriyê amade bûn.
Û di civatan de rêzika navxweyî ya hevpeymaniya nû hat gengeşekirin û biryar pê hat dan, û armanca hevpeymaniyê ew e ku di pêşerojê de sîwana xwe berfireh bike daku saziyên Sûrî û Emrîkî di nav xwe de vehewîne, bi merca ku divê salek di ser damezrandina wan saziyan re derbas bûbe, û di wê demê de çalakiyên girîng kiribin, û sê endam ji wê di encumena rêvebiriya wê de hebin, û bi hevpeymaniyê re hevnerîn be.
Û piştî biryardana rêzika bingehîn, Nûnerê Hevbendiyê li gel nûnerên saziyên Sûrî-Emrîkî, stratîciya siyaseta Hevpeymaniya Nû bi beşdariya lêkolîner û kesên pispor di warê karûbarê Sûrî de û nûnerên ofîsên herdû Encumenan ya Pîran û ya Perlemanteran gengeşe kirin, û pilana karê bo parastina bidestxistiyên siyasî li gor nerînên siyasî yên rêvebiriya Emrîkî ya niha û bersivdana pêdviyên Sûriyan li welêt û derve hate biryardan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî