Di nav tevgerên diplomatîk ên ku Hevbendî dijî biryara Interpolê bo vekirina ofîsa wê li bal rijêmê pê radibe, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, nameyek aresteyî hejmarek ji Wezîrên Derve yên dewletên dost û birayên gelê Sûrî kir, derbarê destûrdana rijêmê ji bo derbasbûna tora agahiyên taybet bi Saziya Interpolê.
Û name ji Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Qeter, Kiwêt, Urdin, Keneda, Firansa, Almaniya, Birêtaniya, Çapan, Birêtaniya, Turkiyê û Emrîka re hate şandin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de hişyarî da ji dana destûra derbasbûna rijêmê bo tora agahiyên taybet bi Saziya Interpolê, çi di warê wergirtina agahiyan de be, an di warê şandina agahiyan de be, û tekez kir ku ev pêngava ji nişkave yaku piştî neh salan ji rawestandina hevkariyê li gel rijêma Esed hatiye pêngaveke metirsîdar e, û ew biryar dê gef be li ser rikberên rijêmê yên li derveyî welat, û dê bihêle rikberên Sûrî di bin metirsiya peyketin û girtinê de bin, li gel gengaziya ku wan radestî dewletê bikin, ger navê wan di nav belevoka sor de were, an di nav belevokên hişyariyê yên dîtir de yên şîn an kesk de were.
Û Elmislet bal kişand ser ku dosya rijêma Esed bi tawan û binpêkirinên mezin ên dijî rikberên wê yên Sûrî mişt e, û bi rengekî berfireh û rêbazkirî û hovane piştî destpêkirina şoreşa sûrî di sala 2011an de ta roja îro didomin, û tawanên ku mêkanîzmên lêpirsînên navdewletî yên bêalî û serbixwe tomar kirine, hemû tekez dikin ku rijêm pirensîpa zelaliyê yaku Saziya Interpolê bikar tîne binpê dike, ji ber ku rijêmê dest daniye ser saziya dadgeha Sûrî, û dê sûdê ji hilanîna qedexekirinê bibîne, nemaze di riya derxistina yadnameyên girtinê re dermafê rikberên wê bi bihaneya pêkanîna tawanan.
Û Elmislit cext kir ku ew matmayî namîne dema rijêma Esed sûdê ji biryara Interpolê ya dawîn bibîne, daku tuhmetên tawanan dermafê rikberên xwe di bin navê ‘Têkbirina Teroristan’ de çêbike.
Û got ku hemû rastiyên xwîndar ên ku bi melyonan ji gelê Sûrî pê hest bûne û dîtine, ji kesên ku rijêmê ew girtine û di bin îşkenceyan de kuştine, an yên ku ji mal û gund û bajarên xwe yên piştî ku ji hêla rijêmê û hevalbendên wê yên Îranî û Rûsî ve hatine wêrankirin aware bûne, ev tev diyar dike ku rijêm amade ye ku biryara hilanîna qedexeyê ji xwe re bikar bîne, û di riya wê re jiyana kesên ku ji aliyê amûrên ewlekariyê ve têne xwestin têxe bin gefê de, û dît ku ev biryar binpêkirineke riswakirî ye ji pirensîpa siyasetnekirinê re ya ku di rêzika bingehîn ya Saziya Interpolê de hatiye.
Û Elmislit ji tevaya dewletan daxwaza kar kir, ji bo careke din biryara ku ji hêla Interpolê ve derketiye di bin çavan re derbas bikin, û tevaya karînên ku didin rijêma Esed û tevaya pêngavên pêve girêdayî tevî serdanên fermî û çalakiyên rahênankirinê yên hevbeş li gel ofîsa Interpolê li Şamê werin rawestandin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî biryara avakirina komîteyekê bo şopandina biryara Interpolê derxistibû, û di biryara Hevbendiyê de hatibû ku divê komîte pêwendiyan li gel Interpola navdewletî lidar bixe, û li ser bandorên vê pêngava metirsîdar raweste, her weha raporên hefteyî yên rolane bo Serokê Hevbendiya Niştimanî derbarê vê doseyê bişîne.
Û Komîte ji herdû endamên Desteya Siyasî Nezîr Hekîm û Ebdilbasit Ebdilletîf û Wezîrê Navxwe di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Mihydîn Elhermûş û cineralê ku ji rijêmê veqetyaye Mihemed Mufîd Enedanî pêk tê, û Enedanî li sûriyê dema ku ji rijêmê cuda bûye Serokê Ofîsa Interpolê bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî