Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rêzgirtina xwe ya berdewam û baweriya xwe ya tam bi helwestên Erebistana Siûdî derbarê doseya Sûriyê bi awayekî giştî tîne ziman, û nemaze di piştgiriya gelê Sûrî û alîkariya penaberan û piştevaniya pirosesa siyasî de, her weha derbarê retkirina wê ji çi pêwendiyên li gel rijêma Esed. Û tekeziyê li ser giringiya rola wê di piştgiriya pirosesa siyasî bi giştî de û piştgiriya çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî dike.
Helwestên Erebistana Siûdî yên nehatine guhertin, hîmê bingeha piştgiriya gelê Sûrî û birîna rêçê ne, li pêşiya kesên hewildanê dikin ku têkliyan li gel tawanbar û kujeran normal bikin.
Şêweyekî taybet ê têkliyên Sûrî-Siûdî heye, û bizavên Qiralgehê di piştgiriya gelê Sûrî de ji destpêka birêketina şoreşa Sûrî de naskirî û berdewam in, ji ber ku Erebistana Siûdî ji bo bidawîanîna derdeseriyên gelê Sûrî, her weha di karê bo piştgiriya dîtina derfetên çareya siyasî de, û bidawîanîna derbasbûn û berfirehbûna Îranê li deverê, bi roleke sereke radibe.
Em bi baweriya tam in ku helwestên Erebistana Siûdî yên pirensîpî û neguhêr dê mîna hîmê avakirina Eniya Erebî be, daku bêhtir li herêmê kartêker be.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
02 çirya paşîn 2021