Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyaniyên dawîn yên Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Mîr Feysel kurê Ferhan derketine, tekeziya çespandina helwestên Qiralgehê derbarê doseya Sûrî dikin, her weha piştgiriya pirosesa siyasî weke take-rêya berve çareseriyê, li gel retkirina pêwendiyên bi rijêma Esed re.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku helwestên Qiralgehê wek hîmê bingeha piştgiriya gelê Sûrî ye, û riyê li pêşiya yên hewldana riklamkirina bijardeya normalkirina têkliyan li gel tawanbar û kujeran dikin, tevî doseya wan ya tawankarî û teroristî bi dirêjiya nîv sedsaliyekê ji demê, digire.
Gelê Sûrî helwestên biratî û pirensîpî yên Qiralgehê ji bîr nake, û rola wê ya sereke di piştgiriya pirosesa siyasî û çareya siyasî de li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî tekez dike.
Têkliyên Sûrî-Siûdî xwedî doseyeke dûr û dirêj û dîrokî ye, û bizavên Qiralgehê di piştgiriya gelê Sûrî de ji destpêka birêketina şoreşê de naskirî û berdewam in, û Hevbendî li berdewamiya pêşxistina vê têkliya biratî miqate ye, daku di avakirina fişarên pêwîst de bo pêkanîna hêviyên gelê Sûrî û vegerandina mafên wî yên tam de alîkar be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
02 çirya paşîn 2021