Desteya Jinê ya Sûrî, bi hevkariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, workşopeke rahênanî bi dirêjiya du rojan derbarê komkirina piştgiran bo jinên ji zîndanên Esed rizgar bûne re li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bi beşdariya hejmarek ji jinên rizgarbûyî lidar xist.
Rahêner Rew’a Esfûr bi vî karê rahênanê rabûye, li gor nirxandina Desteya Jinê ya Sûrî derbarê pêdvî û rahênankirina jinên li deverên rizgarkirî yên ku ji zîndanên Esed rizgar bûne hat, ew jî ji bo ku nerîna neyênî dermafê jinên ji zîndanan rizgar bûne bêtin guhartin, û derdeseriyên wan ên civakî sivik bikin.
Û rahênana ku du rojan berdewam kiriye, ji hejmarek ji beşên rahênanê yên sereke pêk dihat, wek: Danasîna piştevaniyê û armanca wê û şêweyên sereke yên helmetên piştevaniyê, û armanc û cureyên wê, û fakterên serkeftina wê helmetê û pirensîpên wê yên giştî, her weha pilanên piştevaniyê yên ku ji xwendin û lêkolîna ketwar dest pê dikin.
Tê zanîn ku Desteya Jinê li ser hejmarek ji rahênanan bo tevaya beş û temenên jinê li deverên rizgarkirî kar dike, û di riya çalakiyên weha re dixwazin roniyê bidin ser derdeseriyên jinên Sûrî, û li ser pêdviyên wan rawestin, û alîkariyê bi wan re bikin, daku aştiya civakî pêk were, û wan jinan li ser piyan rawestînin, daku têkevin xizmeta jina sûrî de, û jinên ku qurbanî dane û fedakarî kirine bên xelatkirin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî