Li êvariya duşemê şanda Desteya Bilind ya Danustandinan bi serokatiyê rêxerê wê yê giştî Riyad Hicab, ligel serokê Firinsa Îmaniwêl Makron û wezîrê dewletê yê Birêtaniya yê karubarê rojhilata navîn Elîster Bort civiya, û ew han dan li ser giringiya dadgehkirina tevaya encamdarên tawanên şer li Sûriyê û di serî de dadgehkirina Bişar Esed, û tekezî li ser pabendiya opozisyona Sûrî bi çareseriya siyasî û veguhestina siyasî ya rasteqîn kirin.
Ev herdu hevdîtin hatin lidarxistin li ser perawîza civîna komeleya NY li Niyoworkê, û Hicab di hevdîtinê de destxweşî li destpêşxeriya vê dawiyê ya serokê Firinsa kir, ya der barê dirustkirina komîteyeke pêwendiyan bi her pênc dewletên endamên herdemî re, tevlî dewletên xudan bandor li navçeyê, û got :” ev destpêşxerî hewlên hêzên hevalbendên Rijêmê dişkîne, ew hewlên ji bo destanîna ser çareseriya siyasî da wê li gor niyaz û ajindeyên xwe ên biarmanca berfirehkirina xaka di bin destê xwe de û derbaskirina sînoran “.
Hicab dît ku baştirîn amraz ji bo bidawîkirina vî fayilî û dabînkirina piroseya veguhestineke siyasî dikeve “di mijara dadgehkirina Bişar Esed de, yê ku rabûye bi kuştina zêdetir ji nîv milyon kesî û koçberkirina bi milyonan ji xelkê Sûriyê û wêrankirina jêrxana bingehîn û parçekirina tevna civakî û belavkirina terorê“.
Hicab tekez kir ku çûna Bişar Esed û desteka wî ya tawanbar bi pêkanîna tawanan li dijî xelkê Sûriyê, yek ji giringtirîn daxwazên gelêrî ye, yên ji bo bidawîkirina dewleta stemkar û diktator da dest bi avakirina qonaxeke nû bibe, ber bi fermanraniya saziyan û yasayê.
Hicab cext kir ku çareseriya siyasî takeriya seqamgeriyê li Sûriyê û tevaya navçeyê ye, û bidawîkirina terorê.
Hicab got ku opozisyona Sûriyê ne ji mafê wê ye dest ji daxwazên gelê Sûriyê berde, û bal kişand ku cîhan dizane ku hevrikiya li Sûriyê şoreşa miletekî li hember rijêmeke stemkar û diktator e, û ne hevriyek bo desthilatê ye.
Jêder: Ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî