Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xola 59an li Stambolê di herdû rojên 15-16 çiria paşîn a niha lidar xistin, û xolê bi kêliyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê û giyanê pakrewan Ebdilqadir Elsalih yê ku bîranîna şehîdbûna wî hevdemî lidarketina vê xolê ye dest pê kir, û piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara destpêkê piştî ku raporên karê herdû heyvên derbasbûyî danî pêşiya amadebûyan xwend, li rex raporên Serokatiyê û Cîgir û Emîndariya Giştî.
Û Serokê Hevbendiyê di şiroveya xwe de rêz û hurmeta Hevbendiyê bo helwestên pirensîpî yên dewletên bira û dost ji tawanên rijmê û pêwîstiya sizakirina rijêmê û nehêlana çi pêngavên berve rewakirina rijêmê an dubarekirina zîvrandina wê anî ziman, û pesnê Yekîtiya Ewropa li ser sepandina cezayên dîtir li ser endamin ji rijêmê da, û diyar kir ku divê pêngavin din di riya karê li ser avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir li gel rêşûnên piratîkî yên demnîşankirî bên avêtin, daku rawestandina tawanên berdewam li Sûriyê misoger bibe, û derdeseriyên bi dehên hezaran ji girtiyên di zîndanên Esed de bidawî bibin, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 cîbicî bibin.
Û Serokê Hevbendiyê encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê lidar xistine li pêşiya endamên Hevbendiyê raxistin, û axaftina xwe bi pêwîstiya şopandin û kartêkerkirina tevaya pirojeyên girêdayî karê rêvebirî û komîteyan û zêdekirina pêwendiyan li gel pêkhatên ku endamên Hevbendiyê nûnertiya wan dikin bidawî kir.
Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe yên ku têde raporên karên xwe di dema nîşankirî de pêşkêş kirine berçav kirin.
Û Desteya Giştî bi hûrbînî lêvegerek ji raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî çêkir, û raporên Sendoqa Qerzdanê û rapora Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û raporên Desteya Siyasî tevî raporên Komîte û Rêvebirî û Ofîsan û raporên tevaya nûnergehan berçav kirin.
Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî şiroveyên hûrbîn ji giringtirîn karên serkeftî yên Wezaretan û dijwariyên ku rastî wan tên pêşkêş kirin, û deriyê gengeşiyê derbarê çalakiyên Hikûmeta Demkî li ser curbecur waran vebû.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, giringtirîn pêşketinên di pirosesa siyasî de û pêwendiyên dawîn yên ku li gel aliyên Ewropî û Emrîkî lidar xistine berçav kirin, û li ser sozên berdewamkirina fişarên li ser rijêmê axivî.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra, şiroveyel li ser ketwarê niha yê pirosesa siyasî û sedemên pûçbûn û jikarkêxistina wê ji aliyê rijêmê ve pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya vegera xurtbûna şoreşa Sûrî û rabûna bi her tiştê ku dolabê çareya siyasî pêşde bibe û biryarên navdewletî cîbicî bike kir.
Û civîngeran ketwarê meydanî û helwestên leşkerî di bin çavan re derbas kirin, nemaze pêşketinên li Idlilê û tawanên ku Rûsiya û rijêm û milîsên Îranê di pêkanîna wan de berdewam in, û rola Hevbendiyê di qonaxa niha de û amadekariyên dibin û bilindkirina asta amedebaşiyên pevçûnê yên Artêşa Niştimanî bo çi operasyonên leşkerî yên dahatî.
Û Desteya Giştî biryarên Desteyê yên ku di dema bûrî de hatine standin pesend kirin, û bi pirosesa dengdana li ser binavkirina herdû wezîrên nû di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Emîdê Balefirvan Hesen Elhemade wek Wezîrê Berevaniyê, û dadwer Hebûş Lata wek Wezîrê Dadê, rabû.
Û Desteya Giştî tekezî li ser hewcedariya tevaya wezaret û saziyên hêzên şoreşê bi guhdanê û bilindkirina pisporiyan kir, û giringiya şopandina pilanan û cîbicîkirina tevaya karên têne xwestin û pîvana pêkanîna armancan û piştgiriya pirogram û çalakiyan û dabînkirina hîn bêhtir xizmetkariyan li tevaya deverên rizgarkirî û xurtkirina têkliyan li gel tevaya saziyên civaka sivîl û komeleyên cemawerî.
Û endamên Hevbendiyê yên li deverên rizgarkirî ketwar û çalakiyên baregeha Hevbendiya Niştimanî li ser zemînê û pêwendiyên berdewam li gel curbecur beşên civakê û sazî û rêxistinên civaka sivîl, her weha pêwendiya berdewam bi rûsipî û xelkê re berçav kirin.
Û Desteya Giştî behsa kêşeya penaberên Sûrî yên li ser sînorê Bîlarosiya û Bolenda asê mane kir, û temîniya liveke lezgîn li ser asta Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind a Karûbarê Penaberan û Yekîtiya Ewropa kir, daku kêşeyê çareser bikin û derdeseriyên penaberan rawestînin, her weha lidarxistina hevdêtinên li gel Balyozên Bîlarosiya û Bolanda li Enqerê û dûzankirina serdaneke lezgîn bo Bolenda ji bo şopandina rewşê ji nêz de.
Û rapora Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan, bala endamên Hevbendiyê kişand, û bi taybet beşê girêdayî bi şopandina girtî û binçavkirina bi kotekî ya berdewam li gel tiştên nû dertên holê wek şehîdbûna di bin îşkencê de, nemaze kesên penaber yên ku vedigerin deverên rijêmê.
Û endaman mijarên girêdayî bi cîbicîkirina pêşniyar û ramanên ku berê hatine nirxandin bi armanca zêdekirina guhdana navdewletî bi vê doseyê û gihandina dengê girtiyên azadîxwaz bo cîhanê, her weha nerîna li tiştê ku di vê çarçoveyê de hatine pêkanîn, şopandin.
Û Komîteya Vegerandina Mafan şiroveyek li ser giringtirîn karên dema derbasbûyî pşêkêş kir, û Desteya Giştî cextî li ser giringiya sepandina serweriya yasayê li ser tevaya aliyan kir, û pêwîstiya şandina komîteyên serbixwe bo zanîna nerînên xelkê û şopandina çi binpêkirinên diqewimin, û lêkolînan bi awayekî zelal û pak, ji bo bicîanîna yasa û dadweriyê û dana mafê hemû aliyan.
Pirensîpê karê komelgehî û yekdestî û vekirina derfetê bo tevaya hêzên şoreş û rikberiyê niha ji dozên gewherî ne yên ku civatên Hevbendiyê cextiyê li ser dikin, û amadebûyan tekez kir ku giringiya vê pirensîpê îro ji çi dema bûrî pirtir e, her weha pêwîstiya sûdwergirtina ji tevaya kadir û şiyan û pisporiyan daku bikevein warê xurtkirina rêya şoreşê, ta bighêje pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di rizgariya ji stemkariyê û pêkanîna azadî û serxwebûnê û avakirina dewleteke sivîl û demoqrat û nûjen ji bona hemû welatiyên Sûriyê.
Dilovanî bo pakrewanan,
Saxlemî bo birîndaran,
Azadî bo girtiyan.
Bijî Sûriya, bijî gelê wê bi serbilindî û azadî.Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş