Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pêşwaziya şandekî ji Wezareta Derve ya Îtaliya kir, û pêre pêşhat û pêşketinên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Îtaliya Besam Elîmadî, û Şanderê Îtalî yê Taybet bo Sûriyê û Hevpeymaniya dijî Daişê Stefano Ravagnan, û Serokê Ofîsa Siyasî ya Balyozxaneya Îtalî li Enqere Luca Carpintieri amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser metirsiyên rewakirina rijêma tawanbar an dubarekirina pêşdana wê kir, û cext kir ku ew stratîciyeke şaş e û dijî biryarên navdewletî ye. Û got ku vegera Esed bo Komkara Erebî tê wateya ku milîsên Îranî dê tevlî komkarê bibin, ew jî gefê dide tevaya deverê û nemaze Dewletên Kendava Erebî.
Û diyar kir ku rijêma Esed tawanan dermafê sivîlan ji berî deh salan de pêk tîne, û bersivdana navdewletî naghê asta cedîbûn û kartêkerbûna rawestandina tawanên rijêmê.
Û bal kişand ser giringiya kar û hevkariyê ji bo serbestberdana girtiyan ji zîndanên Esed, û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî. Û got ku pêdviyeke girîng heye ku piştgiriya penaberên Sûrî bê kirin, û hevkarî hebe daku pirsgirêkên wan çareser bibin, û hewldanên vegerandina penaberan bi kotekî berve rijêma Esed rawestin, ji ber ku metirsiyê li ser jiyana wan çêdike.
Û Elmislit encamên bêhêvî yên karên gera dawî ji Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav kirin, û tekez kir ku pirosesa siyasî hewcedarî pêşdebirinê ye ji hêla dostên gelê Sûrî ve, daku hewildanên rijêmê yên astengkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî rawestin.
Û Elmislit bal kişand ser giringiya guhdana hebûna çareya siyasî li Sûriyê û karê li ser kartêkerkirina tevaya sepetên di biryara 2254’an de hatine, û doza Sûriyê nemîne tenê nivîsandina destûrê û pirsên mirovahî.
Ji aliyê xwe ve balyozê Îtalî Stefano tekez kir ku welatê wî qebareya tawanên ku rijêma Esed dermafê gelê Sûrî bi dirêjiya salên bûrî pêk tîne baş dizane, û bicarekê normalkirin têkiyan pê re nayê pejrandin, û di heman demê de divê kar li ser sînaryoyên ku bêhtir ji sûriyan re sûdedar bin bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî