Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Emrîka Berpisyarê Karûbarê Rojhilata Navîn û Sûriyê Ethan Goldrich, îro çarşemê li bajarê Stanbolê lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo, Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê, amade bûn, û ji aliyê Emrîkî ve Rêvebirê Karûbarê Rojhilata Jêrîn û Rojavayî Asiya di Wezareta Derve ya Emrîka de Maria Olson û Rêvebirê Tîmê Start Terry Flynn û berpirsyarê siyasî di Tîmê Start de Randall Kaailau, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola Emrîkî di vejandina pirosesa siyasî û kartêkerkirina tevaya rêyên biryara navdewletî 2254 kir, û daxwaz kir ku doza Sûriyê di çarçoveya Komîteya Destûrî û mijarên mirovahî tenê de nehêlin.
Û Elmislit li ser encamên bêhêvî yên vê dawiyê ji karên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û got ku ew bi sedema astengkirina rijêmê û jikarêxistina berdewam ji çi pêvajoyên cidî yên pirosesa siyasî ye.
Û Elmislit bal kişand ser ku baweriya rijêmê tenê bi rêbaza leşkerî û xwînrijandina sûriyan tê, û hîn piştgiriya siyasî û leşkerî ji Rûsiya û Îranê werdigre, û bal kişand ser ku Emrîka dikare roleke giring ji bo nehêlana ku rijêm hîn bêhtir tawanan pêk bîne bileyze, û beşdariyê di pirosesa siyasî de bike, daku ber bi cîbicîkirina biryara navdewletî bibe, û hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Emrîka li ser pêşindeyên welatê xwe li Sûriyê axivî, û tekez kir ku Washington pabendiyê bi cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 dike, û tawanên cengê li Sûriyê û bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rijêma Esed ve şermezar dike.
Û Serdarê Emrîkî diyar kir ku Emrîka baş dizane ku pirosesa siyasî bi sedema serhişkiya rijêmê û retkirina hevkariyê rawestayî ye, û cext kir ku welatê wî normalkirina têkliyan li gel rijêmê napejrîne, û piştgiriya kesên pêre didin distînin nake, û sizayên Emrîkî li ser sembolên rijêmê berdewam in, û Emrîka dibîne ku rewş li Sûriyê bo vegerandina penaberan bo dever û malên wan ne guncaw e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî