Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina yekser ji çi bikarînana siyasî ya xerab re li ser hesabê koçber û penaberên Sûrî kir, û dît ku berdewamiya veguhestina derdeseriyên penaberan wek şêweyek ji şêweyên rêvebirina nakokiyên herêmî û navdewletî û siyasî cihê retkirin û şermezariyê ye.
Hevbendiya Niştimanî weke di boneyên berê de jî cext û diyar kiriye ku kêşeya niha ya li ser sînorê Bîlarosiya û Bolenda mezin bûye, tevî derdeserî û binpêkirin û bikarînana ziyana bi êş di giyanan de cihê mixabîniyê ye, lê ew bi xwe encamên yekser ên tawan û terorê ne, yên ku rijêma Esed û Rûsiya û Îranê dermafê gelê Sûrî pêk tînin.
Rijêma kujer û sponserên wê ji destpêka şoreşê de bi gelek rêyan hoyî koçberkirina sûriyan bûne, û bêhtirê koçberiyê ji encama bombebarana gund û bajaran bû, û hin jî di riya rêkeftinên di bin darê zorê de koçber bûne, û li vê dawiyê di riya hêsankirina çûna berve Bîlarosiya bû, bi armanca afrandina kêşeyeke penaberiyê ya navdewletî û bikarînana doza penaberan bû, daku rijêmê rewa bikin, û careke din wê bidin pêş.
Çareserkirina van kêşeyan û misogerkirina rawestandin û dubarenebûna wan pêk nayê, bêyî ku sedema sereke û koka hemû bobelatan neyê jihevxistin, ew jî rijêma terorist ya desthilat li Sûriyê ye.
Tiştê îro li Bîlarosiya dibe, nayê pejrandin û tiştekî ne mirovahî û sincî ye, çênabe ku doseya penaberan weke kaxezeke fişarê be di navbera dewletan de, em ji saziyên mirovahî û navnetewî daxwaza karê cidî û bi lez li gel dewletên têkildar bi kêşeya penaberên li ser sînorê Bîlarosiya û Bolenda bikin, û karên tundûtûj dijî penaberan yekser rawestin û bi awayekî mirovahî bi wan re bidin û bistînin, û alîkariyên hawarçûnê yên pêwîst bighînin wan û penageheke ewle ji wan re dabîn bikin.
Hevbendî careka dî tekeziyê li ser pêdviya destêwerdaneke navdewletî ya cidî li gor biryarên Encumena Ewlekariyê dike, daku rijêm û hevalbendên wê pabendiyê bi wan biryaran bikin, çimkî ew bi xwe ji aliyên ku çareyê ji kar dixînin û asteng dikin in, û ejendeyeke cihê baweriyê û lezgîn bikar bînin daku veguhastina siyasî cîbicî bibe, û sedemên kêşe û bobelatên li pey hev rawestin, û kesên di ber wan kêşeyan de perpisyar in siza bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 çirya paşîn 2021