Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, gotarek di ahenga derçûna nifşê sêyemîn yê xwendekarên zanîngeha Helebê yên sala 2021 îro li bajarê Ezazê yê girêdayî gundewarê Helebê pêşkêş kir.
Û hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Serokê Encumena Xwendina Bilind û Serokê Zanîngeha Helebê û kadroyên xwendinê û yên rêvebirî yên zanîngehê û hejmarek ji nûnerên Encumenên Xwecihî û saziyên şoreşgerî û saziyên civaka sivîl di ahenga derçûnê de amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, di gotara xwe de, tekez kir ku tiştê zanîngeha Helebê ya Azad bi mamoste û xwendekar û rêvebirên xwe ve dike, ji karên ku dewlet pê ava dibin û gel pê şanaz dibin in, û zanîngeh bi karê deranîna kadroyên avakar ji bo avakirina mirov û civakê û dewlet û şaristaniyê radibe, û got ku Zanîngeha Helebê ya Azad ji girîngtirîn saziyên ku şoreşê bo gelê Sûrî pêşkêş kiriye ye.
Û Elmislit pîrozbahî li xwendekarên nû xwendina xwe bi dawî anîne kir, û cext kir ku ciwanên fêr bûne samanên herî giring in ên ku gel bi dest xwe ve tînin e, û got ku serkeftina di warê fêrkirinê de tê wateya serkeftina di hemû waran de.
Û Elmislit got ku tiştê îro dibe, tekez dike ku em miletekî zindî yê ji jiyanê hez dikin in, û hunerên jiyanê jî baş dizanin, û bizavê ji bo rêyên pêşketinê dabîn bikin dikin, tevî ku dijmin li dora wî civyane û tenê mirin û koçberkirinê jê re dixwazin.
Û Serokê Hevbendiyê daxwaz ji sûriyên li hundirê welêt û derve dijîn kir, ku piştgiriya keç û xoertan bikin ji bo bidestxistina zanînê û beşdariya di afrandina derfetên kar de, û bizavê bo dabînkirina bexşînên xwendinê bo derçûyan bikin, ji bo ku xwendina xwe ya bilind di hemû warên zanîn û zanistiyê de bidomînin, daku welatê me bi zaniyar û afrêner û serdarên pêşerojê di tevaya waran de zengîn bikin.
Û Elmislit di gotara xwe de cext kir ku cenga gelê Sûrî berdewam e, û bihêztirîn artêşên cîhanê û milîsên mezhebî yên hovane û terrorist, nikaribûn şoreşa wî vemrînin an dengê gel bibrin, û xewna wî ya azadî û rûmetê bikujin .
Û Elmislit tekez kir ku tu rêyên me yên din nînin ji bilî riya azadî û rûmetê û rizgarbûna ji koletî û stemkarî û serçimandinê, û got ku gelê me çêja azadiyê nas kiriye û bi berdêlin din razî nabe, û kesên hêviyên xwe bi lawazbûn an vekşîn û şûndeçûna me ve girêbidin, ew di xewnan de dijîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser hewldanên rewakirina rijêma tawanbar axivî, û dît ku hewildanin hene dixwazin ji sûriyan re bêjin ku şoreşa me ya gewre ya ji deh salan de, tenê aloziyek demikî bû, weko rijêmê nav lê kiriye, û gotiye ku çareser bû û qediya. Û cext kir ku gelê Sûriyê bihna azadiyê kiriye û tucarî bi vegera li rijêma girtin û îşkencekirin û serçimandinê razî nabe, û dê tenê pêşeroja Sûriyê bi gelê wê yê azad û sîstemeke ku nûnertiya wî gelî bike ava bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî