Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel nûnerên çalakiyên sivîl û leşkerî di navenda rewşenbîrî de li Serê Kaniyê lidar xist, û behsa rewşa deverên Rojhilarê Ferêt kir, û li pêdviyên nişteciyan li bajêr û dijwariyên ku rastî wan tên guhdarî kir.
Û di vê serdanê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û endamên Hevbendiyê Ehmed Remedan, Yasir Elferhan, Firas Elmisrî, Ebdilbasit Ebdilletîf Û Îbrahîm Serdar Elmilî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê guhartinên li Serê Kaniyê çêbûne piştî rizgarkirina wê ji milîsên PYD da, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî tevaya karînên xwe ji bo avakirina saziyên xizmetkariyê û bilindkirina asta xizmetkariyan di riya piştgirî û xurtkirina saziyên Hevbendiyê yên cîbicîkar re û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê re.
Û Elmislit li ser hevdîtin û civatên ku Hevbendiyê li gel balyoz û berpirsên diplomatîk ên Ereb û yên Rojavayî ji bo dîtina çareya siyasî li Sûriyê li gor hêviyên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de axivî.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş bal kişand ser pêwîstiya diyarkirina wêneyê rasteqîn ê deverê yê ku ji pêkhatên curbicur pêk tê, û tekez kir ku dewlemendiya Sûriyê ya rasteqîn di piralîbûna pêkhatên wê de ye.
Û endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide karê li Rojhilatê Ferêt, ji bo pêşxistina xizmetkariyan û çakkirina rewşa gund û bajarên tê de.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan diyar kir ku tevaya hewldanên leşkerî ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê ve, ku armanc jê bidawîanîna şoreşê bû, lê niha ew armanc dûrî destên wan in, û tekez kir ku ew jî bi saya qurbaniyên gelê Sûrî û pêdarî û berdewamiya wî di xebatên pêkanîna hêviyên xwe yên azadî û rûmetê de bû.
Û endamên Encumena Xwecihî yên Serê Kaniyê, li ser karên Encumen ên ji bo pêşxistina ketwarê bajêr tevî karînên hindik axivîn, û diyar kir ku Encumen karîbû nên dabîn bike, û nexweşxaneya niştimanî tev kadrirên wê yê bijîşkî bo rûbirûbûna bêtara korona û lişmanya amade bike, her weha vekirina 148 dibistanên qonaxa seretayî û navencî û duwenavencî.
Û Encumen tekez kir ku dever ji Ereb û Tirkman û File û Kurd û Çerkes û Şîşanan pêk tê, û tevaya xelkê deverê bi hezkirin li gel hev dijîn, û ew jî xala herî giring e bo çespandina ewlehî û vegerandina aramiyê tê de.
Û Serokê Ofîsa Muxtaran li ser derdeseriyên niştecî û cotkaran bi awayekî taybet ji ber kêmbûna av û êmê ajelan axivî, û got ku ew jî bû sedema daketina asta çandin û xwedîkirina ajalan.
Û hin amadebûyan şiroveyek li ser pêdviyên deverê ji ber dorpêçkirina wê pêşkêş kirin, û li ser dijwariyên ku rastî beşê fêrkirinê tên axivîn, ji ber ku hin dibistan ji alavên germkirinê bêpar in, her weha tunebûna rêbazeke xwendinê ya yekbûyî di dibistanan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî