Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi sedên hezaran ji koçber û derbideran rastî metirsiya mana bê penageh tên, piştî ku bi sedên çadiran ji ber rewşa xerab û bahozên baranê li bakurê Sûriyê rastî ziyanê hatine.
Derdora 104 kampan ji ber pêlên baranê û rewşa hewayê ya xirab rastî ziyanê hatin, û zêdetir ji 194 konan li bakurê Sûriyê bi awayekî temamî ziyan dîtine, û bêhtir ji 316 çadiran rastî ziyanin curbecur hatine, ew bû sedem ku bêhtir ji 3742 malbatan rastî ziyaneke mezin werin, li gor saziyên mirovahî yên li deverê dixebitin, û metirsî heye ku rewşa tirajîdî mezintir bibe, û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku bêhtir ji 500 malbatî şevê din bêwar mane.
Em daxwaza pêwîstiya liveke lezgîn û yekser ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo kesên ziyan dîtine ji saziyên navdewletî û saziyên mirovahî dikin, û em daxwaza piştgiriyeke yekser û tam ji civaka navdewletî û dostên gelê Sûrî û saziyan dikin, daku bi rola xwe ya hawarçûn û çakkirina konên ku ziyan gihiştiye wan di kampan de rabin.
Li gel daxwazên desttêwerdana yekser ji sazî û dewletan bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst, lê çareserkirina ji kok de û çareya herdem ew e ku derbider û koçber vegerin malên xwe, û gelê Sûrî ji rijêma tawanbar rizgar bibe û wê rijêmê siza bikin.
Ji Civaka navdewletî, nemaze dewletên xwedan bandor, tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûrî hilgirin û piştgiriya veguhestina siyasî li welêt li gor biryarên navdewletî bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 kanûna pêşî 2021