Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan û Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, workşopek derbarê pirojeya Gavek bi Gavekê yaku Şanderê Navdewletî Geir Pedersen pêşkêş kiriye lidar xist, û têde hejmarek ji endamên Hevbendiyê û endamên Nûnergeh û Ofîsên Derve beşdar bûn.
Û amadebûyan Şiroveya ku Şanderê Navdewletî li pêşiya Encumena Ewlekariyê pêşkêş kiriye, û çarçoveya wê û ramanên ku hilgirtine, her weha bandorên ku heye ew nerîn li pirosesa siyasî li Sûriyê bikin, gengeşe kirin.
Û derbarê bûyerên workşopê, Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan Riyad Elhesen, got ku beşdaran dîtin ku ev nerînên şanderê navdewletî di bin bandora keysjêanîna Rûsiya û Îranê de ne, û dîtin ku ew xelatkirin e ji rijêma Esed re li ser jikarêxistina çareya siyasî û gefên wê yên li ser ewlehiya herêmê ya û navdewletî. Û berdewam kir û got ku Îran bêserûberiyê li deverê belav dike, û ewlehiya wê dike bin gefê, û bizavê dike ku doseya Sûriyê di danûstandinên Pirograma Êtomî de bikar bîne, û Rûsiya jî di riya doseya Sûriyê re dixwaze cihê xwe di meydana navdewletî de vegerîne, û keysê ji dewletên NATO bîne, di doseya Okraniya û doseyên Rûsiya yên dîtir bi dewletên rojavayî re.
Û dîtin ku pirojeya Gavek bi Gavekê weke hewldana reva ber bi pêş de ye, piştî heşt gerên danûstandinê li Cinêvê bi dirêjiya çar salan, û şeş gerên Komîteya Destûrî yên ku çar salan berdewam kirine, li kêlek hevdeh gerên danûstandinên Asîtana yên ku rijêmê hemû rêkeftinên wê binpê kirine.
Û beşdaran diyar kirin ku bingeha vê pirojeyê li ser bazara dozên mirovahî ye, yên ku ji kok de di ser danûstandinê re ne, lê rijêm rijd bû ku wê nepejrîne, di riya du pirsên sereke re, yên ku Pedersen di şiroveya xwe de li ser axiviye, a yekemîn erêkirina Rûsiya li ser dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî li gor biryara 2585an, û a duyemîn gera li ber rijêmê da ku di civîna destûrî ya heftemîn de amade bibe.
Ji aliyê xwe ve, Hevrêzkarê Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk Ehmed Remedan, got ku di gengeşeyan de hat dîtin ku cîbicîkirina pêşî ya vê pirojeyê bi encamin vajî hêviyan hat, ji ber ku vegerandina rijêmê bo nav saziyên navdewletî wek Saziya Tenduristî ya Cîhanî, li şûna dabînkirina veksînan û çakkirina asta guhdana tenduristî û amadekirina kargehên dermên de bikar bîne, berve avakirina kargehên keresteyên hişbir çû, û vebûna aborî wek derfet dît, û hejmarek ji dewletan dest bi normalkirina têkliyan pêre kirin, daku bazarên cîhanê bi qebareyên mezin ji kerestiyên hişbir dagire, û rijêmê vegera Saziya Entirpolê jî ji xwe re bikar bîne, daku ziyanê bighîne penaberên Sûrî yên ji ber zordariya rijêmê revîyane, û peketina rikberên siyasî yên ku di rûyê stemkarî û diktatoriya li welêt ji pêncî salî de rawestiyane bike.
Û berdewam kir û got ku ji aliyekî dî ve beşdaran bal kişandin ser ku Pedersen di şiroveya xwe de newêrabû ku aliyê ku Komîteya Destûrî jikar xistiye binav bike, û ev yek duristiya saziya navdewletî dixe bin metirsiyê, nemaze gava ku nûnerê wê bighêje vê asta bêkêriyê, û ji Şanderê Navdewletî daxwaza rawestandina xapandina Encumena Ewlekariyê kirin, û ku rastiyên jikarêxistina pirosesa siyasî ji aliyê rijêmê ve deyne ber çavan, her weha redkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî.
Û di kotahiyê de got ku workşop bi hejmarek ji temîniyan derketin û di serî de tekezkirina li ser pêwîstiya ku Şanderê Navdewletî tevaya sepetên di biryara 2254an de hatine veke, û kar di Komîteya Destûrî tenê de neke, û biryarên navdewletî bi temamî cîbicî bike, daku bighêje çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî