Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrozbahiyên germ bo gelê Sûrî nemaze bo xiristyanan bi boneya cejna zayînê pêşkê dike, û nameya Mesîhê Pêximber, silavên xweda lê bin, ên ji bo handana li ser lêborîn û semaxê û karê ji bo aşitî û dadwerî û mirovatiyê bibîr tîne, û Hevbendî hêvî dike ku aştî li Sûriyê û cîhanê belav bibe.
Hevbendiya Niştimanî di vê boneya pîroz de, pîrozbahiya tevaya xirisitiyanan li seranserî cîhanê dike, û daxwaza rawestana tevaya hezkirên aştî û azadiyê li seranserî cîhanê li kêleka gelê Sûrî dike, gelê ku bizavê dike daku mafên xwe di jiyana azad û rûmetdar de vegerîne.
Careka dî em hêviya xêrê ji tevaya xelkê Sûrî re dikin, û em hêvîdar in ku ji bo pêkanîna erkên xwe bêhtir yekrêz bin û pev re alîkar bin, û kar li ser vegerandina mafan û serbestberdana girtiyan û vegera koçberan bikin.
Azadî û rûmetdarî bo tevaya sûriyan
Em Cejna Zayîna Îsayê Pêxember pîroz dikin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
24 kanûna pêşî 2021