Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û civatê bi şiroveya Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmrjîd Berekat ya derbarê kar û ecamên civata berê dest pê kir, û panorameya bûyerên siyasî yên heftane yên girêdayî dosya Sûriyê berçav kir.
Û Serokê Hevbediya Niştimanî Salim Elmislit li ser pêywendiya telîfonî ya ku li gel Şanderê Herdemî yê Erebistana Siûdî li bal Netewên Yekbûyî Balyoz Ebdellah Elmu’elimî pêk aniye axivî, û helwestên Xizmetkarê Herdû Qubelryên Pîroz û yên Qiralgehê yên piştgir ji gelê Sûrî re yên di gotara Balyoz Elmu’elimî di Netewên Yekbûyî de hatine, bilind nirxandin.
Û Elmislit bal kişand ser giringiya berdewamiya lidarxistina hevdîtinên rolane li gel kesayetên siyasî û leşkerî û civakî li deverên rizgarkirî ta bighêjin lidarxistina hevdîtinan bi nûnerên xelkê deverê û çalakvanên sivîl û şoreşgerî re li tevaya deverên rizgarkirî, û diyar kir ku ew niha di warê avakirina komîteyeke amadekariyê de ne bo amadekirin û cîbicîkirina wan hevdîtinan.
Û Elmislit tekez kir ku pêwîst e kesayetên ku nûnertiya çalakiyên sendîkayî li deverên rizgarkirî dikin tevlî Hevbendiya Niştimanî bibin, ji ber ku ev gav stratîciya Hevbendiyê û nerîna wê di riya nûnertiya curbecur beşên civakê re xurt dike.
Û Endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf kurteşiroveyek li ser dawîtirîn karên Komîteya Guhertina Sîstema Bingehîn pêşkêş kir, û tekez kir ku Komîte li ser pêşkêşkirina çaksaziya rasteqîn rijd e, û divê guhertin ne tenê bi nav bin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, li ser giringiya xurtkirina rola revendan û pêwendiyên bi wan re û dawîtirîn bizavên Hevbendiyê bo lidarxistina kongirê giştî yê Revendên Sûrî li seranserî cîhanê axivî.
Û ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Siyasî û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, kurteşiroveyek li ser mîkanîzmên karê Sendoqa Qerzdanê û xebatên di vî warî de dibin ji bo ku bihêlin dewletên beşdar di sendoqa qerzdanê de piştgiriyê bo pirojeyên li deverên rizgarkirî pêşkêş bikin, nemaze li deverên rojavayê Ferêt.
Û Endamê Desteya Siyasî Ehmed Tu’imê li ser gera Asîtana ya 17emîn û dozên ku di vê gerê de gengeşe bûne û di serî de doza girtî û windayan axivî, û bal kişand ser berepêkên rijêmê yên berdewam di warê diyarkirina çarenûsa windayan û serbestberdana girtiyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî