Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyaniyên Şanderê Rûsî desttêwerdaneke redkirî ye di bijardeyên sûriyan û rêya pirosesa siyasî de.
Gelê Sûrî yê ku di serdema nûjen de bi şoreşeka mîna wê nîne rabûye, û li hemberî zordartirîn rijêm û rêxistinan rawestiyaye, ji çi kesî napejrîne ku bijardeyan li ser bisepîne, an sînorin siyasî an destûrî bo pêşeroja wî deyne.
Rûsiya bizavê dike ku xwe wek navbeynkarekî siyasî pêşkêş bike, lê nikariye. Ji ber ku xwîna bi dehên hezaran ji pakrewanan û bi melyonan ji xelkê koçber di kampên seqem û sermê de dîdevanên tawanbariya berdewam ya Rûsiya û rijêmê û Îranê ne, û ji ber quretiyên wê yên herdem dema dibêje ku wê bi sedan cureyên çekên Rûsî li ser gelê Sûrî ceribandine.
Rêya destûrî beşek ji gurzek rêyên di biryara navdewletî 2254an de hatiye ye, û divê rêyên dîtir û di serî de rêya Desteya Hikumdariya Veguhêz bi tevaya karînên wê yên cîbicîkar vebin, û ev jî ji berpsyariya Emîndarê Giştî yê Netewên yekbûyî ye, her weha dewletên xwedî bandor di civaka navdewletî de.
Li gor gelê sûrî, ev rijêm bi serok û sembolên wê ve , beşek ji dema bûrî ye, û cihê wê di pêşeroja Sûriyê de tune ye, ew pêşeroja ku gelê Sûrî qurbaniyên giranbiha bo wê dane û hîn jî dide.
Em tekez dikin ku em van daxwiyaniyên ne cihê berpirsyariyê yên ku mîna piştguhkirina pirosesa siyasî û bi taybetî Komîteya Destûrî ye, ret dikin, û daxwaza helwesteke navdewletî ya eşkere derbarê van lîstikên Rûsiya yên ku gefê didin ser tevaya pirosesa siyasî dikin.
Helwestên gelê Sûrî derbarê pêwîstiya sizakirina tawanbarên cengê û di pêşî de Serokê rijêmê diyar in, û kesên ku xewnên mana tawanbarê cengê Beşar Esed li ser desthilatê dibînin, an bi çi roleke wî di pêşeroja Sûriyê de hebe diramin, divê ji xeyalên xwe hişyar bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 kanûna pêşî 2021