Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek pîrozbahiyê arasteyî Şêx Sebah Xalid Elhemed Elsebah bi boneya wergirtina postê Serokatiya Encumena Wezîran di Dewleta Kiwêtê de kir, û nameyek din arastyî Şêx Ehmed Nasir Elhmihemed Elehmed Elcabir Elsibah bi boneya wergirtina postê Wezîrî Derve û Wezîrê Dewletê bo Karubarê Encumena Wezîran kir.
Û Elmislit spasî û rêzgirtina Hevbendiya Niştimanî ji Dewleta Kiwêt re li ser guhdana wê ya mezin bi doza Sûriyê û piştgiriya wê ya berdewam ji gelê Sûriyê re anî ziman, û hêviyên serkeftin û pêşdeçûn û aramî û geşepêdanê bo Dewleta Kuwêt û gelê wê yê bira xwestin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî baweriya xwe bi Dewleta Kiwêtê anî ziman, û ku ew dê di piştgiriya têkoşîna gelê Sûriyê de ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadweriyê berdewam be, û tekezî li ser giringiya rola Kiwêtê ya siyasî û diplomasî ya bibandor û karîna wê ya livandina doseya çareya siyasî li Sûriyê kir, her weha cextî li ser beşdariya wê di pêşdebirina civaka navdewletî berve cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û di serî de herdu biryarên 2018 û 2254 kir.
Û cext kir ku Hevbendî bi tevaya saziyên xwe ve amade ye, ku kar li gel bizavên navdewletî û navnetewî û erebî bike, ji bo xizmeta pêşvebirina pirosesa siyasî û biryarên navdewletî yên ku dikevin xizmeta gelê Sûrî û dozên erebî û dozên deverê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî