Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Riyad Sêf, digel şandyarê Birîtanî yê taybet bo Sûriyê Martin Lingidin civiya û pêşveçûnên operasiyona siyasî û rewşa meydanî û bi taybetî ya Reqa û Dêra Zorê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ya ko sibeha sêşembê çêbû cîgirên serok û endamên desteya siyasî amade bûn, û ev serdan ya yekem e ji şandyarê Birîtanî yê nû re yê ko ketiye şûna Garît Bayilî.
Herdu aliyan pêşveçûnên operasiyona siyasî û kongirê Riyad yê ko dê vê mehê çêbibe gengeşe kirin, û bal kêşandin ser giringiya operasiyona siyasî û vejandina wê ji nû ve ji bo bigihên çareserkirineke siyasî ya dadwer li gora biryarên navdewletî û ya herî giring daxuyaniya cinêvê û biryara 2254.
Herdu aliyan tekezî li ser berdewambûna hevkarî û hevrêzkariyê kirin, ji bo hêviyên miletê Sûrî misoger bibin û azadî û rûmeta xwe bi dest bixe û piştgiriya wan bikin di bijarteya veguhastina bo dewleteke dîmuqratî bêyî Beşar Elesed tê de hebe.
Sêf di hevdîtinê de li ser giringiya rola Birîtanya di pêşdebirina operasiyona siyasî de axivî, her weha tekezî kir ko çi çareserî çênabe eger Beşar û zilamên wî hebin.
Ji aliyê xwe ve şandyarê Birîtanî tekez kir ko welatê wî dê piştgiriya opozisyona Sûrî û mafê miletê Sûrî di kongirên cîhanî de bike, û mixabiniya xwe derbarê kuştarên rojane de derheqê sivîlan diyar kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî