Endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî digel berpirsiyarên desthilata demkî û desteya erkan ya giştî ya ko nû hatiye damezirandin îro înê li bajarê Xazî Entab civiyan.
Civîn bi serokatiya Riyad Sêf serokê Hevbendiya Niştimanî û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb bû. civîngeran dawîtirîn karê desthilata Sûrî li ser xaka Sûriyê û pirojeyên ku kar li ser wan dibin gotûbêj kirin.
Sêf li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji desthilata demkî re tekez kir, çimkî ew rêveberiya rewa ya herêmên rizgarkirî ye, û fermandariyên din yên ku bibin berdêl jêre û armanca wan jihevketina rêza niştimanî ye, red kir.
Sêf bal kişand ser ko hebûna desthilata demkî li herçar herêmên kêmkirina şer dê yekîtiya Sûriyê biparêze û nahêle hewildanên parçekirina Sûriyê bibin û got: “nebûna desthilata demkî li herçar herêmên kêmkirina şer dê wan ji yekkirina dadgehan û rêbazên fêrkirinê û her weha yekbûna kartan bêpar bike. ”
Got ko Hevbendiya Niştimanî dê li bajarê Xazî Entab digel tîmên desthilata demkî û yekîneya piştgiriyê û desteya erkan bicive bi armanca yekkirin helwest û bizavan di warên corbicor de . û dibîne ko sivîl li herêmên rizgarkirî yên ko dikevin ber bombebaraneke rêbazkirî “ne hewcedar in ku tu kes wan hişyar bike, lê pêdiviya wan bi yekkirina viyana wan û guhdan bi wan heye.”
Li ser bûyerên li Idlib çêbûn serokê Hevbendiya Niştimanî got ew rewşa Idlibê bi guhdarî dişopînin û pêşindeyên me ew in ku em sivîlan ji tawankariyên rêjîma Esed biparêzin.
Sêf got Hevbendiya Niştimanî şirîkekî bingehîn e di bizavên hiştina Idlib wek deverek bingehîn ji şoreşê re, bi rêya ko fermanberiya bajêr bi alîkariya artêşa azad bixe destê xwe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi piştgiriya Tirkiyê da, û got ew ji bizavên Tirkiyê di hemû biwaran de bawer e, armanca wê parastina sivîlên Idlibê ji hemî dijminkariyan e.
Her weha Cewad Ebû Heteb serokê desthilata demkî bal kişand ser ko wan gelek qonaxên dûrûdirêj derbas kirine ji bo avakirina artêşeke niştimanî, û ji parçebûna alayan xilas bibin. Dibîne ko ev dê piştgiriya helwesta desthilata demkî bike û dê herêmên rizgarkirî ji çi dijminkariya hebe biparêze.
Her weha tekez kir ko karekî berdewam heye ji bo ketwara xizmetkariyê ya niştecihan pak bike û rewşeke baştir ji derbiderên ko ji ber êrîşên Esed dev ji malên xwe berdeane peyda bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî