Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahiyê ya Civatên Xola 60emîn a Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

January 19, 2022
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xola 60emîn lidar xistin, û xolê bi kêliyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara destpêkê piştî ku raporên karê herdû heyvên derbasbûyî danî pêşiya amadebûyan xwend, li rex raporên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî.

Û Serokê Hevbendiyê di şiroveya xwe de li ser giringtirîn bûyerên siyasî û meydanî û civat û hevdîtinên ku pê rabûye axivî, û têde tekez kir tu çare li Sûriyê nînin bi hebûna vê rijêmê, û cext kir ku daxwazên gelê Sûrî rûxandina vê rijêmê û sizakirina tevaya tawanbarên wê ye, û rawestandina tawanên berdewam li Sûriyê misoger bibe, û derdeseriyên bi dehên hezaran ji girtiyên di zîndanên Esed de bidawî bibin, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 cîbicî bibin.

Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ev helwesta Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ya neguhêr û ragihandî ye, û dît ku çi daxwiyaniyên hewldanê dikin ku vê helwestê bêwate bikin ya tiştekî berovajî vê helwestê diyar bikin, redkirî ne û  bi carekê nayên pejrandin.

Û Serokê Hevbendiyê encamên serdan û hevdîtinên ku vê dawiyê lidar xistine, li pêşiya endamên Hevbendiyê raxistin, û axaftina xwe bi pêwîstiya şopandin û kartêkerkirina tevaya pirojeyên girêdayî karê rêvebirî û komîteyan û zêdekirina pêwendiyan li gel pêkhatên ku endamên Hevbendiyê nûnertiya wan dikin bidawî kir.

Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe yên ku têde raporên karên xwe û hevdîtinên siyasî û diplomatîk di herdû heyvên bûrî de pê rabûne pêşkêş kirin.

Û Hevrêzkarên Rêvebiriyên Hevbendiya Niştimanî û ofîs û komîteyên wê, raporên karên xwe pêşkêş kirin, û bêhtirên dozên sûriyan li hundir û derve, her weha karê ofîsan ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê gengeşe kirin.

Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmet û Wezaretan û çalakiyên wan li deverên rizgarkirî berçav kir.

Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra, şiroveyek li ser ketwarê niha yê pirosesa siyasî û sedemên pûçbûn û jikarkêxistina wê ji aliyê rijêma ku çareya siyasî ji kar dixîne û nahêle ku biryarên navdewletî cîbicî bibin pêşkêş kir.

Û civîngeran ketwarê meydanî û helwestên leşkerî di bin çavan re derbas kirin, nemaze pêşketinên vê dawiyê li bakurê Sûriyê û tawanên ku Rûsiya û rijêm û milîsên Îranê di pêkanîna wan de berdewam in, û rola Hevbendiyê di qonaxa niha de û amadekariyên dibin û bilindkirina asta amedebaşiyên pevçûnê yên Artêşa Niştimanî bo çi operasyonên leşkerî yên dahatî.

Û Desteya Giştî tekezî li ser hewcedariya tevaya wezaret û saziyan di bilindkirina pisporiyan û xizmetkariyan li tevaya deverên rizgarkirî kir, û xurtkirina têkliyan li gel tevaya saziyên civaka sivîl û komeleyên cemawerî.

Û endamên Hevbendiyê yên li deverên rizgarkirî ketwar û çalakiyên baregeha Hevbendiya Niştimanî li ser zemînê û pêwendiyên berdewam li gel curbecur beşên civakê û sazî û rêxistinên civaka sivîl, her weha pêwendiya berdewam bi rûsipî û xelkê re berçav kirin.

Û desteya giştî tekez kir ku giyanê karê komelgehî cihê xwe di nav rêz û hêzên şoreş û rikberiyê de bigre, û yekdestî  û diyalog di tevaya waran de hebe, li gel pêşdeçûn û çaksaziyê weke pêdviyeke berdewam û bingehek ji bingehên kar û pêwîstiya sûdwergirtina ji tevaya kadir û şiyan û pisporiyan daku bikevein warê xurtkirina rêya şoreşê, ta bighêje pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di rizgariya ji stemkariyê û pêkanîna azadî û serxwebûnê û avakirina dewleteke sivîl û demoqrat  û nûjen ji bona hemû welatiyên Sûriyê.

Dilovanî bo pakrewanan,

Saxlemî bo birîndaran,

Azadî bo girtiyan.

Bijî Sûriya, bijî gelê wê bi serbilindî û azadî.

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Rêvebirê Balyozxaneya Emrîka li Dewha Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Rêvebirê Balyozxaneya Emrîka li Dewha Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.