Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xola 60emîn lidar xistin, û xolê bi kêliyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara destpêkê piştî ku raporên karê herdû heyvên derbasbûyî danî pêşiya amadebûyan xwend, li rex raporên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî.
Û Serokê Hevbendiyê di şiroveya xwe de li ser giringtirîn bûyerên siyasî û meydanî û civat û hevdîtinên ku pê rabûye axivî, û têde tekez kir tu çare li Sûriyê nînin bi hebûna vê rijêmê, û cext kir ku daxwazên gelê Sûrî rûxandina vê rijêmê û sizakirina tevaya tawanbarên wê ye, û rawestandina tawanên berdewam li Sûriyê misoger bibe, û derdeseriyên bi dehên hezaran ji girtiyên di zîndanên Esed de bidawî bibin, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 cîbicî bibin.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ev helwesta Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ya neguhêr û ragihandî ye, û dît ku çi daxwiyaniyên hewldanê dikin ku vê helwestê bêwate bikin ya tiştekî berovajî vê helwestê diyar bikin, redkirî ne û bi carekê nayên pejrandin.
Û Serokê Hevbendiyê encamên serdan û hevdîtinên ku vê dawiyê lidar xistine, li pêşiya endamên Hevbendiyê raxistin, û axaftina xwe bi pêwîstiya şopandin û kartêkerkirina tevaya pirojeyên girêdayî karê rêvebirî û komîteyan û zêdekirina pêwendiyan li gel pêkhatên ku endamên Hevbendiyê nûnertiya wan dikin bidawî kir.
Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe yên ku têde raporên karên xwe û hevdîtinên siyasî û diplomatîk di herdû heyvên bûrî de pê rabûne pêşkêş kirin.
Û Hevrêzkarên Rêvebiriyên Hevbendiya Niştimanî û ofîs û komîteyên wê, raporên karên xwe pêşkêş kirin, û bêhtirên dozên sûriyan li hundir û derve, her weha karê ofîsan ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê gengeşe kirin.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmet û Wezaretan û çalakiyên wan li deverên rizgarkirî berçav kir.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra, şiroveyek li ser ketwarê niha yê pirosesa siyasî û sedemên pûçbûn û jikarkêxistina wê ji aliyê rijêma ku çareya siyasî ji kar dixîne û nahêle ku biryarên navdewletî cîbicî bibin pêşkêş kir.
Û civîngeran ketwarê meydanî û helwestên leşkerî di bin çavan re derbas kirin, nemaze pêşketinên vê dawiyê li bakurê Sûriyê û tawanên ku Rûsiya û rijêm û milîsên Îranê di pêkanîna wan de berdewam in, û rola Hevbendiyê di qonaxa niha de û amadekariyên dibin û bilindkirina asta amedebaşiyên pevçûnê yên Artêşa Niştimanî bo çi operasyonên leşkerî yên dahatî.
Û Desteya Giştî tekezî li ser hewcedariya tevaya wezaret û saziyan di bilindkirina pisporiyan û xizmetkariyan li tevaya deverên rizgarkirî kir, û xurtkirina têkliyan li gel tevaya saziyên civaka sivîl û komeleyên cemawerî.
Û endamên Hevbendiyê yên li deverên rizgarkirî ketwar û çalakiyên baregeha Hevbendiya Niştimanî li ser zemînê û pêwendiyên berdewam li gel curbecur beşên civakê û sazî û rêxistinên civaka sivîl, her weha pêwendiya berdewam bi rûsipî û xelkê re berçav kirin.
Û desteya giştî tekez kir ku giyanê karê komelgehî cihê xwe di nav rêz û hêzên şoreş û rikberiyê de bigre, û yekdestî û diyalog di tevaya waran de hebe, li gel pêşdeçûn û çaksaziyê weke pêdviyeke berdewam û bingehek ji bingehên kar û pêwîstiya sûdwergirtina ji tevaya kadir û şiyan û pisporiyan daku bikevein warê xurtkirina rêya şoreşê, ta bighêje pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di rizgariya ji stemkariyê û pêkanîna azadî û serxwebûnê û avakirina dewleteke sivîl û demoqrat û nûjen ji bona hemû welatiyên Sûriyê.
Dilovanî bo pakrewanan,
Saxlemî bo birîndaran,
Azadî bo girtiyan.
Bijî Sûriya, bijî gelê wê bi serbilindî û azadî.