Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Her ji çar salan ve bobelata xelkê Xûta Şamê ya rojhilat a bi sedema dorpêçkirina wê ji aliyê banda Esed û milîsên terorîst yên Îranê berdewam e. ev tawaneke dijemirov e û hêjî dijî xelekên Xûta pêk tê li pêş çavê tevaya dinyayê, hevdem ligel êrîşên firok û topxaneyan ên hovane, û rola firokên Rûsiya sereke ye di wan êrîşan de.
Zêdetir ji 350 hezar sivîlî birçî dibin û tûşî nexweşiyan dibin, ligel nebûna xezmetguzariyan bi şev û roj, û herwiha hikûmeta demkî û saziyên civaka sivîl li Xûta rojhilat nikarin pêdawistî û xizmetguzariyên pêwîst peyda bikin, nemaze dermanên nexweşiyan ku bûye sedema têkçûna rewşa saxlemiya bi hezarên nesaxan û mirina hin kesan bi sedema rewşa zehmet ya jiyana wan.
Ev navçeya ku dehhazaran koçber û zêdetir ji 5 hezar kêmendam û 16 hezar sêwî têde dijîn, hevdem ligel tinebûna veksîn û dermanên êşa zirav û sork û xwiriyan û tevî tinebûna dermanên dil û êşa zirav û tansyona xwînê û pêdawîstiyên niştergeriyê û dermanê bencê, bi sedema wêrankirina 40 nexweşxane û navendên saxlemiya navçeyê û jikarketina amûrên şûştina gurçikan, zêdebarî hebûna 252 nesaxên giran yên pêwîstiya wan bi çareseriyên bilez heye li navendên çareseriyê ji derveyî Xûta.
Xelkên Xûtayê, yên ku bêtir ji 18 hezar şehîdî lê bûne qurbanî, 6 hezar ji wan jin û zarok in, û kuştara bêhempa di vê sedsalê de li dijî wan hat pêkanîn dema rêjêmê çekên kîmawî avêtin wan di 21 tebaxa 2013an de, bêyî ku civaka navdewletî bi çi rengê jidil tevbigere. Îro ew xelk bangeke hewarhatinê didin ji bo rizgarkirina wan ji vê derdeseriya tê de dijîn, da ew rewş nebe tiştekî normal û berdewam, û xerabtir jî nebe.
Ji civaka navdewletî û bi taybetî ji encûmena ewlehiyê tê xwestin ku bi erkên xwe rabe li hember tirajîdiya berdewam ya li Xûta bi rakirina dorpêçkirinê ji ser wê û sercem navçeyên din yên dorpêçkirî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
22 çiriya pêşî 2017