Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî workşopeke kar bo programsazên sûrî di bin navnîşana “Programsazên Ciwan” de li baregeha Hevbendiyê li Stanbolê di nav çalakiyên yazdemîn bîranîna şoreşa Sûriyê de li dar xist.
Û workşop ji girûpek ji endezyarên pispor di warê pirrogramkariyê de û xwediyên kampaniyên pirrogramkariyê yên li Tirkiyê kar dikin û hejmarek ji ciwanên guh didin pirogramsaziyê ji hundir û dervî welêt pêk dihat.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimabnî ya Sûrî Heysem Rehmê, bi rêz û xêrhatineke germ bi ciwanan workşop vekir, û dît ku ew xetîrên şoreşê û pêşeroja Sûriyê ne, û tekezî li ser giringiya tevlêbûna ciwanên Sûriyê di warê teknolojiya nûjen û warên pirogramkariyê de kir, ji ber ku bandoreke wê ya mezin li ser bilezkirina bicihînana karan û hûrgilîbûn û hêsankirina tecrûbeya ku ew bikar tînin heye, her weha bandora wê li ser serboriyên sûriyan û alîkariya wan di çareserkirina giringtirîn pirsgirêkên ku rastî wan tên de heye.
Û workşopê di beşê xwe yê yekem de vekolînek ji amadekirina saziya “INDICATOR” derbarê avakirina karînên ciwanên ku dixwazin tevlî karê pirogramsaziyê bibin û çawaniya veberhênana hêzên wan di vî warî de berçav kir, û gengeşiyeke vekirî li ser karê ji dûr ve û çawaniya alîkirina sûriyan di riya wê re pêk hat.
Û workşopê di beşê xwe yê diwem de, pêşeroja Sûriyê di warê bikaranîna programên teknîkî de, her weha aliyên dîtir wek bazirganiya elektironî û ewlehiya sîpranî û çêkirina naverokê û kirîn û firotina elektironî gengeşe kirin.
Û tevayan di dawiya workşopê de tekezî li ser pêwîstiya derketina ji qonaxa karê hewcedariyên lezgîn berve karê stratîcîk di warên zîrekiya elektonîk û ewlehiya sîpranî de kir.
Û cextî li ser pêwîstiya destpêkirina pêngavin damezrênerî bo pêkanîna pêwendiyê li gel saziyên hînkirinê li bakurê Sûriyê yê azad da giringiyê bidin pêşdebirna karê pirogramsazî, kirin. Û tekezî li ser dijîtalkirina karê saziyan li deverên rizgarkirî û damezrandina hikumeteke elektironî bo cîbicîkirin û hêsankirina rêşûnên hikûmetê bo tevaya sûriyan li Sûriyê û derveyî welêt kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî