Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwiyaniyeke pîrozbahiyê bo gelê Sûriyê û umeta erebî û ya îsalmî bi helkefta heyva remezanê ya pîroz derxist, û têde hêviya ku heyva xêr û serkeftinê be kir.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku heyva remezanê ser ta serê dîrokê û di salên şoreşa Sûriyê de, heyva serkeftin û destkeftan e, û ji sûriyan tê xwestin ku hîn bêhtir rastiyê di xebatên îbadetê de diyar bikin, wek ku di meydana karê çak bi wateya wî ya giştî de kar bikin, û di serî de berdewamiya kar li ser rûxandina rijêma tawanbar û rizgarkirina Sûriyê ji stemkarî û terora wê.
Û Hevbendiya Niştimanî bibîr anî ku her sûriyekî xwedan karîn li derve û hundir, divê zanibe ku heyva remezanê heyva comerdî û dana bo xwedê ye, û kesên nêzîk bêtir şayistên xêrê ne, nemaze sûriyên di kampên bakurê Sûriyê de, her weha xelkên me yên di bin dagirkeriya rijêmê de.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku bi sedên hezaran ji malbatên pakrewanan û malbatên windayan ji me tên xwestin, û gelek mafên wan di hustê me de heye, bi kêmanî divê em tiştê ku têra wan bike û rûmeta wan biparêze ji wan re dabîn bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî pesna xweragiriya gelê Sûriyê yê gewre û bideyax da, yê pabend bi pirensîp û daxwazên xwe yên mafdar di azadî û dadwerî û avakirina Sûriya nû de, yaku cihê Esed û rijêma wî têde tune be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî